15:52 26 Îlon 2017
Zindî
    Ûsama Bîn Ladîn

    Gelo ciyê Ûsama Bîn Ladîn îstîxbarata Alman dîtibû?

    © AP Photo/ Anonymous
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Tê îdîakirin ku rêxistina îstîxbaratê ya Alman BND, a ku di mehên dawî de bi hevkariya xwe ya li gel îstîxbarata Amerîkî NSA re ketiye navenda nîqaşan, di kuştina lîderê El Qaîdeyê Ûsama Bîn Ladîn de roleke cidî leyîstiye.

    Li gorî îdîaya di rojnameya Bild am Sonntag'ê de cih girtiye, di pêvajoya ber bi kuştina Ûsama Bîn Ladîn de rêxistina îstîxbarata Alman BND xwedî roleke girîng e. Di nûçeya rojnameyê de tê ragihandin ku agahiya li ser cihê Bîn Ladîn ê li Pakîstanê ku di 2-ê Gulana 2011-an de hat kuştin, ji aliyê BND ve ji rêxistina îstîxbaratê ya Amerîka CIA re hatiye ragihandin.

    Li gorî îdîaya Bild am Sonntag, ajanekî îstîxbarta Pakîstanê ISI jî, ji BND re dixebitî. Vî ajanî ji BND'ê re ragihandiye ku Ûsama Bîn Ladîn bi agahiya yekîneyên ewlekariyê yên Pakîstanê re xwe vedişêre. BND'ê jî ev agahî ji CIA re ragihandiye.

    Di nûçeyê de tê gotin ku piştî BND'ê ev agahiya li ser Bîn Ladîn ji CIA re ragihandiye, gumanên Amerîkiyan ên li ser cihê Ladîn xwe lê vedişêre, zelal bûye.


    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de