09:35 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kampa penaberan a demî

    Tirsa Ewrûpayê ya ji penaberan

    © REUTERS/ Soe Zeya Tun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Plana Komîsyona Ewrûpayê ya di navbera welatên endamên YE`yê de parvekirina penaberan ji alîyê Fransa û Almanyayê ve bi erênî hate pêşwazîkirin

    Plana di navbera welatên endamê YE`yê sepandina kontanjanên penaberan her weha li Ewrûpayê bû sedemê nîqaşan. Formûla anegorê hêza aborî û gelheya welatan ve parvekirina kontenjana penaberan çend sal berî niha jî hatibû rojevê. Lê, ew formûla ji alîyê komîsyona YE`yê ve hatî raberkirin, hem li Ewrûpa û hem jî li derveyê ewrûpayê wek formûleke nedadwer tê bi navkirin. Koordînatora Îdarî ya Komela Piştevanîya Penaberan Pinar Erçobanê  ji SPUTNÎKÊ re ragihand, ku sepandina kontenjanan wê parastina mirovên li welatên di nav rewşa şer de zehmettir bike:

    “Îro li cîhanê piştî Şerê Duyemîn herika herî bi tevger a mirovan tê çavdêrîkirin. Penaberên ji şer, ji zilm û zorê direvin di nav herikeke çalak de ne. Ji bo nimûme, dewletên cînarên Sûrîyeyê li dora 4 milyon penaberan dihewînin. Her weha welatên cînarên Iraq û Afganistanê jî derîyên xwe ji bo gelek penaberan vekirine. Dema em li reqemên sala 2014`yan dinêrin, em dibînin ku di navbera planên Ewrûpayê yên qebûlkirina jimara penaberên niha û yên pêşerojê de cudahîyên mezin hene. Dema em li qeza û gemîyên noqîyayî û her weha mirina jimarên zêde ên mirovan dibînin, em hizir dikin, ku ber bi ewrûpayê ve herikeke mezin a penaberan heye, lê di rastîyê de ne wisa ye. Plana di nav welatên endam de parvekirina penaberan planeke ne xerab e, lê gereke dewletên din jî berpirsîyarîyê hildin û penaberan qebûl bikin. Îro bi fermî li Tirkîyeyê 1,8 milyon penaberên ji Sûrîyeyê hene. Lê li gor texmînên ne fermî ew reqem li dora 2,5 milyonan e. Her weha li dora 200 hezar penaberên ne ji Sûrîyeyê hene. Dema em li wan reqeman dinêrin, kotayên bi baresteya 20 hezar kesî ya Ewrûpa dixwaze parve bike, di deryayê de wek dilopekê dimîne”.

    Roma, avahiya Parlementoya Îtalyayê
    © AFP 2017/ Filippo Monteforte

    Koordînatora Îdarî ya Komela Piştevanîya Penaberan Pinar Erçobanê penaberên Afgan û Sûrîyeyê yên li Tirkîyeyê bi bîr anî û got, ku penaber her tim wê cihên ewletir bigerin.

    “Kotayên hatinî destnîşankirin, ne dikarin pêşî li herika penaberîyê bigirin û ne jî dikarin mafên penaberan dabîn bikin. Çareserîya herî bi mantiq a problema penaberîyê, çareserkirina problemên li wan welatan e, yên mirov jê direvin. Dibe ku ew xwestekeke gelek îdeal be, lê şer, pêvçûn, hejarî xelas nabin. Ji ber wê yekê piranîya penaberan dixwazin li Ewrûpayê bijîn. Li Tirkîyeyê jî piranîya penaberên afgan û sûrîyeyî bi tevî hinek mafan jî, dixwazin biçine Ewrûpayê. Mijara kotayê dikare ji bo penaberan motîvasyonekê saz bike, lê problemên sereke çareser nake. Penaber, mirin jî di nav de gelek zehmetîyan berbiçav dikin û bi tevî zarokên xwe yên piçûk jî berê xwe didane welatên ewrûpî û ew yek wê di pêşerojê de jî berdewam bike”.

    Etîketan:
    Kota, Penaber, YE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de