03:58 24 Çile 2017
Zindî
    Dadgeha Bilind a Misirê

    Dadgeha Misrê fermana mirina Mûrsî da!

    © AP Photo/ Amr Nabil
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokê berê yê Misirê û endamê rêxistina Îxwan Mislimîn, Mihemed Mûrsî bi tohmeta ku fermana êrişa li dijî girtîgehekê daye û komek girtî daye revandin, bi cezayê mirinê hat mehkûmkirin.

    Dadgeha Tawanan ya Qahîreyê îro, Serokê berê yê Misrê Mihemed Mûrsî, ku ji aliyê artêşa wî welatî ve li ser kar hatibû dûrxistin, bi îdamê mehkûm kir. Mûrsî bi tohmeta ku sala 2011ê fermana êrişa li dijî girtîgehekê daye û komek girtî daye revandin, bi vî cezayî hatiye mehkûmkirin. Di wê bûyerê de komek endamên Îxwanê û Mûrsî ji girtîgehê reviyabûn. Lê li gorî qanûnên Misrê, beriya ku biryara dadgehê were bicîhanîn divê Muftiyê Misrê li ser wê fermana dadgehê nêrîna xwe eşkere bike. Jibilî Mûrsî, 105 tohmetbarên din jî ku hinek ji wan endamên Îxwanê ne û hinek ji wan jî endamên Hemasa Filistînê ne, bi îdamê hatine mehkûmkirin.

    Mûrsî beriya niha jî bi tohmeta ku fermana girtin û êşkencekirina neyarên xwe daye, bi 20 sal zîndan hatibû mehkûmkirin. Tohmetek din jî li ser Mûrsî heye, ew jî ew e ku sirrên dewletê deşîfre kiriye. Mihemed Mûrsî wek Serokê Partiya Azadî û Dadperweriyê, ku partiyeke girêdayî Îxwan Mislimîn e, di hilbijartinên sala 2012ê yên Misrê de wek Serokê Misrê hatibû hilbijartin lê di meha Hezîrana 2013ê de ji aliyê artêşê ve li ser kar hatibû dûrxistin.

    Etîketan:
    Mursî, Dadgeh, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de