16:18 21 Çile 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Li Munster li hember Kurdên dixwazin dengên xwe bikar bînin astengî

    © Foto: Gulnush Ergul
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li bajarê Munster ê Elmanyayê nêzî 70 HDP’yî bi konvoy hatin Konsolosiya Munster a Bielefeld ji bo dengên xwe bikar bînin.

    Li bajarê Munster ê Elmanyayê nêzî 70 HDP’yî bi konvoy hatin Konsolosiya Munster a Bielefeld ji bo dengên xwe bikar bînin. Li gor agahiyên hatin wergirtin; rayedar bi awayekî keyfî li hember HDP’yiyan astengiyan derdixin. Rayedaran nehişt malbata Atalan a di dema qeydan de bi xwe çûn konsolosxaneyê qeyda xwe çêkirin û nasnameyeke nû wergirtin deng bikar bînin. Wezîfedarên konsolosxaneyê Kurdistaniyê bi navê Kenan Apaydin ê li hember vê nezîkatiyê nerazîbûn nîşan da avêtin derve. Apaydin têkildarî mijarê got: "Ev bi zanebûn tên kirin. Dibêjin adres nedane. Şaşiya wan e. Min bi xwe her du ferdên malbatê yên extiyar birin û qeyda wan çêkir. Memûr adresa wan nivîsandibû, lê niha dibêjin adresa we nîne û nahêlin dengên xwe bikar bînin.” Îtîraza Kurdistaniyan didome.

    Etîketan:
    Munster, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de