19:15 25 Gulan 2017
Zindî
    Serokê Ûkraynayê Peter Poroşenko

    Donetsk xwe ji destpêkirina şer dûr dixe

    © AP Photo/ Efrem Lukatsky
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Denîs Pûşîlîn:Em otonomîyeke berfireh a zîyanê nede berjewendîyên me qebûl dikin

    Rêvebirîya Komara gel a Donetskê daxuyenîyek belav kir û ragihand, ku ji bo parastina rejîma agirbestîyê ya qirofek ji bo komprîmîsa li gel Kîyevê amade ye. Lê, Kîyevê bersîva wan neda.

    Beşdarên bîyanî yên forûma navneteweyî ya li Donetskê hatî lidarxistin ragihandin, ku Donbass xwedî mafê otonomîya berfireh a sîyasî, aborî û çandî ye. Rêvebirên Komara gel a Donetskê jî di wan rojên borî de behsa otonomîyê kirin. Cîgirê serokê Civata Gel a Komarê Denîs Pûşîlîn got ku ``Em otonomîyeke berfireh a zîyanê nede berjewendîyên me qebûl dikin. Lê, Eger Kîyev di pêşerojê de jî binpêkirina lihevkirinên Mînskê berdewam bike, Komara Gel a Donetskê wê berê xwe bide serxwebûnê``. Denîs Pûşîlîn her weha got, ku ``Kîyevê heta niha bersîva daxwazên me yên guherandina makezagonê neda ye, ku di lihevkirina Mînskê de jî hatîye destnîşankirin``.

    Kîyev lez nake ku xalên bi statûya taybet ya Donetsk û Lûganskê yên di lihevkirina Mînskê de hatinî qebûlkirin bi cih bîne. Ji bilî wê jî, Kîyevê heta dawîyê xalên lihevkirinê yên agirbestîyê û vekişandina leşker  û çekên giran û her weha sazkirina herêma ewle pêk neanî ye. Serokê Ûkraynayê Peter Poroşenko  li herêma Çernîgovskîyê di dema hevdîtina bi leşker û xwendevanên Navenda Perwerdekirina Pîyadeyan de got, ku Kîyev bi agirbestîya bi Donbassê re ji ber wê yekê pabend e, ku di wê maweyê de hêza bergirîyê ya welêt bide xurtkirin. Wisa dîyar e, ku Kîyevê dest wê armanca xwe bernedaye ku Donbassê bi bikaranîna hêza leşkerî ve vegerîne. Hinek eksper destnîşan dikin, ku Kîyev dikare careke din li başûr-rojhilatê Ûkraynayê şer bide destpêkirin.  Daxuyanîya Denîs Pûşîlîn ji bo wê yekê hatîye arestekirin, ku pêşî li şereke nû bête girtin. Lê, wisa dîyar e ku Kîyev ji bo aştîyê amade nîne.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Etîketan:
    Ûkrayna, Donbass
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de