14:50 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Civîna wezîrên karên derve yên NATO

    NATO stratejîya xwe diguherîne

    © AFP 2017/ Arşiv
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Nîyeta NATO`yê ya armancên wê derbaz dike, dikare ji Tirkîyeyê re probleman saz bike

    Di navbera rojên 13-14`ê Gulanê de li Antalyayê civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên NATO`yê hate lidarxistin. Di civînê de mijarên doza li dijî tehdîdan û zêdekirina ewlekarîya kolektîv hatin gotûbêjkirin. Her weha giringîya ber bi Rojhilatê ve berfirehkirin û xurtkirina sînorên hevlbendîyê jî hate destnîşankirin.

    Mîsyona Bi biryar a Piştgirîyê ya li Afganistanê ya NATO`yê jî hate gotûbêjkirin û behsa giringîya guhertina sîyaseta NATO`yê ya li Afganistanê hate kirin.

    Gelo sîyeseta nû ya NATO`yê û plankirina guhertina stratejîya Afganistanê li Enqereyê çawa hate pêşwazîkirin?
    Endamê komîsyonên istixbarata navxweyî, derve û ewlekarîyê ya parlamentoya Tirkîyeyê Alî Haydar Oner di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Tişteke xwezayî ye, ku NATO dixwaze anegorê armancên xwe tev bigere, lê eger di nav nîyeteke wisa de be ku armancên xwe derbaz bike, dikare ji hevalbendên xwe re probleman saz bike. Bi taybet jî ji ber  herêma jeopolîtîk û bi wê yekê ve girêdayî zêdekirina pirsgirêkên Tirkîyeyê yên bi cînaran re wê sîyaseteke ne baş be. Mijarên derveyê armancên NATO`yê, bêy êrişên ji derve avêtina hinek pêngavan wê bi armancên NATO`yê re nakokîbar bin. Ji ber wê yekê gereke gelek bi haydarî tev bigerin. Iraq têra xwe hate tevlihevkirin. Sûrîye têra xwe hate tevlihevkirin. Li herêmê kûrkirina rewşa şer, gurkirina şerê mezhebî, destêwerdana di nav karên dewletên herêmê de bi armancên NATO`yê re ne guncaw in.

    Wek tê zanîn NATO`yê nikarî armancên xwe yên li Afganistanê dabîn bike. Piştgirîya ji bo Talîbanê hatî kirin, li pêşîya dabînkirina armancên NATO`yê re astengî saz kirin. Rêxistinên radîkal ên îslamî jî pirsgirêkên cidî saz kirin. Lê, bêy îslamofobîyê gereke çareserîyên maqûl bêne peydakirin û gereke bi komên mutedîl re hevkarî bête kirin. Hinek caran di wê aresteyê de gav têne avêtin û hinek caran jî ji wê aresteyê dûr dikevin. Gereke ji nirxên gelan re rêz bête girtin û bandora rêxistinên ne anegorê têgeha îslamî bêne lawazkirin”. 
      

    Bi heman mijarî:

    NATO şerê DAIŞê gotûbêj dike
    Etîketan:
    Afganistan, Sûrîye, Irqa, Tirkîye, NATO
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de