16:19 21 Çile 2017
Zindî
    DAÎŞ

    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3912

    Şewirmendê Cîgirê Serokê Civata Federasona Rûsyayê: DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne

    Versîyona kuştina Usame Bîn Ladîn a ji alîyê desthilata DYA`yê ve hatî ragihandin ne rast e. Derbarê wê yekê de rojnamevanê amerîkî Seymûr Herş ragihand. Seymûr Herş ew zanyarî ji xebatkarê payebilind ê berê ê istixbarata DYa`yê wergirtî ye. Li gor daneyên Herş, serokê El Qaîdeyê Bîn Ladîn hêj di sala 2006`an de ji alîyê istixbarata Pakîstanê ve tê girtin û li wê derê di bin kontrola wan de dijî.

    Rojnamevanê amerîkî îda dike, ku desthilata Pakîstanê înformasyona derbarê cihê mayîna Bîn Ladîn di sala 2010`an de bi 25 milyon dolaran firotîye CIA`yê. Seymûr Herş her weha îda dike, ku di dema operasyonê de Bîn Ladîn êdî kêmendam bû. Mala Spî li ser wê mijarê daxuyanîyek belav kir û îdayên rojnamevan Seymûr Herş derewandin.

    Şewirmendê Cîgirê Serokê Civata Federasona Rûsyayê Andrey Glebovîç Baklanov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    "Ez wisa difikirim, ku gereke li ser kitekitên piçûk ên derbarê kuştina Usame Bîn Ladîn de zêde bal neyê kişandin. Ya giring ew e, ku Bîn Ladîn û rêxistina wî ya terorîst `El-Qaîde` ji alîyê DYA`yê ve hate sazkirin. Ango, di pêşîyê de amerîkî Bîn Ladîn û `El-Qaîde`yê û paşê li dijî wan dest bi tekoşînê dike. Ew plan êdî çiqas dikare berdewam bike? Wisa dîyar e, ku amerîkî her kesê ehmeq hisab dikin. Lê, xwe bi xwe dixapînin.

    Amerîkî niha bi DAÎŞ`ê re jî bi heman rêbazan tev digerin. Cudahî tenê ew e, ku ew proje mezintir û kustexîtir e. Wateya wê projeyê ew e, ku Waşîngton krîmînalîteya li Rojhilata Navîn di bin maskeya îslamê de dimeşîne. Ew rêxistina tawanbar ya di bin kontrola hêzên reş de serê musulmanan tevlihev dike. Dema bazirganî û berjewendî dibine behsê mijarê, DAÎŞ bi xwe prensîbên îslamê binpê dike. DAÎŞ hemû tevgerên xwe di bin kontrola amerîkîyan de bi rêve dibe".

    Bi heman mijarî:

    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    Etîketan:
    EL-Qaîde, DAÎŞ, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de