04:02 24 Çile 2017
Zindî
    Serokên Rûsya û Çînê Vladîmîr Pûtîn û Xî Tsînpîng

    Ji bo DYA`yê kelemamika çînî

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 501

    Pekîn destûrê nade ku Mala Spî sîyaseta xwe li herêma Okyanûsa Pasîfîkê bisepîne

    Sîyaseta Çînê ji zû de ye ku ne bi dilê Mala Spî ye. Ji alîyekê ve Pekîn di warê aborîyê de serkeftinên mezin dabîn dike û Çîn îro yek ji aborîyên herî mezin ên cîhanê ye. Ji alîyê din ve, hevkarîya Çînê ya bi tewaya herêmê û her weha ya bi Rûsyayê re aborîya wê gihandîye asteke gelek bilind. Demek berî niha Dumaya Rûsyayê (baska jêrîn a parlamentoyê)Peymana Sazkirina Dovîzên Rezervê yên welatên BRÎKS (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn, Komara Afrîka Başûr) ya bi sermîyana 100 milyar dolaran pesend kir. Para Çînê ya di nav wê sermîyanê de 41 milyar dolar e. Ew jî nîşan dide ku li herêma Okyanûsa Pasîfîkê hêzeke nû peyda dibe, ku sal bi sal giranahîya wê zêdetir dibe. Profesorê ji Zanîngeha Dostanîya Gelan a Rûsyayê Yûrîy Tavrovskîy di wê derbareyê de wan zanyarîyan parve dike:

    “Amerîkî pêşketina Çînê gelek bi hêrs pêşwazî dikin. Di navbera DYA û Çînê de nakokîyên lihevneker hene. Ew nakokî ne tenê yên pêşbazîya  jeopolîtîk ên herêma Okyanûsa Pasîfîkê ne. Berî her tiştî ew nakokîyên di warê fînansê de ne. Wek tê zanîn sedemê sereke yê hikumranîya DYA`yê ya li ser cîhanê, dolar e. Ji ber wê yekê jî amerîkî nehedar in, ku yûana çînî vedigere dovîzeke giring. Lê, ya herî giring a ku amerîkîyan gelek aciz dike, ji alîyê Çînê ve sazkirina sîstema paralel a fînansê ye”.

    Çîn sîyaseta xwe ya herêmî bi Rûsyayê re dimeşîne. Hinek eksper destnîşan dikin, ku Çîn û Rûsya ji bo dabînkirina wê armanca hevkarîyeke xurt dikin. Pekîn di hola aborîyê de xebatê dike û Moskow jî ewlekarîya herêmê dabîn dike. DYA jî di wê rewşê de hewl dide ku Çînê wek hêzeke dagirker a herêmê nîşan bide. Eksperê ji Înstîtûya Aborîya Cîhanî û Têkilîyên Navneteweyî ya Akademîya Zanistê ya Rûsyayê Sergey Lûkonîn di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Çînê ji cîhanê re megastratejîya global îlan kir. Ew wek Rîya Hewirmêşê ya deryayî ya sedsala 21`an e. bazirganîya Çînê bi awayeke çalak tev digere û dîyar dike ku xwedî îdeyên global ên pêşvebirina herêmê ye. Eger Çîn hinek pêngavên agresîv bavêje, ewê bawerîya xwe ya li herêmê winda bike û nikare sîyaseta xwe dabîn bike. Eger ew sîyaset neyê dabînkirin, aborîya Çînê wê têk biçe. Eger aborî têk biçe, wê nearamî û kaos destpê bike, ku ew jî ne daxwaza rêvebirîya Çînê ye”.

    Pekîn destûrê nade ku Mala Spî sîyaseta xwe li herêma Okyanûsa Pasîfîkê bisepîne. Lê, Çîn wek DYA`yê bi zimanê êrişker napeyive û derdorên xwe tehdîd nake. Armanca wê ya sereke xebat û çareserkirina problemên giring e. Yûrîy Tavrovskîy wisa berdewam dike:

    “Çîn welateke xwedî potansîyela bi hêz a leşkerî ye. Potansîyela wê ya zanistî-teknîkî jî gelek bi lez pêş dikeve. Çîn niha plan dike, ku îstgeha xwe ya kosmîkî derbazî rêgehê bike. Ji bilî Çînê welatên wek DYA, Rûsya û Japonya jî li herêma Okyanûsa Pasîfîk çalak in. Lê, bi taybet bandora Çînê li herêmê gelek zêde ye”.

    Eksper hişyarîyê didin: zû yan dereng DYA wê fam bike, ku li wê herêmê tu mafên wê tune ye. Waşîngton dibîne ku Pekîn bi awayeke zanakî li nêzê cînarên xwe dibe û projeyên aborî yên ji hemû alîyan re kardar digere. Rûsya jî, ku DYA demeke dirêj e dixwaze bi destê Ewrûpayê lawaz bike, bi tevî Çînê li heman holê tev digere.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Çîn li Derya Spî destbi gerwerziyan dikin
    Rûleta Kosmîk: Çîn yan Hindistan
    Etîketan:
    Okyanûsa Pasîfîk, DYA, Rûsya, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de