23:18 22 Çile 2017
Zindî
    Civîna wezîrên karên derve yên NATO

    NATO biryar da ku leşkeran li Afganistanê bihêle

    © AFP 2016/ Arşiv
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1701

    Ajansa Reuters ragihand ku wezîrên karên derve yên welatên-endamên NATO lihevkirin ku lşkerên xwe li Afganistanê bihêlin, lê yekînên leşkerî wê bên kêmkirin.

    Wek sekretêrê giştî yê NATO Jens Stoltenberg dibêje, kesekî sivîl wê serokatiya vê misyonê bike.

    Di dema niha de li Afganistanê 10000 leşkerên amerîkî, her wiha 3 hezar leşkerên NATO hene. Li gor planên Amerîkayê, heta dawiya sala 2015-an li welêt gerek 5 hezar leşkerên amerîkî li Afganistanê bimînin, lê heta dawiya 2016-an gerek hemû leşkerên biyanî ji Afganistanê derkevin.

    Di heman demê de serokê Afganistanê Aşraf Ganî meha Adarê sala 2015-an piştgirtiya dirêjkirna dema leşkerên amerîkî li welêt kir. Wek Ganî dibêje, pêwîstiya piraniya welatiyan bi dirêjkirna mabûna leşkerên amerîkî li welêt heye.  


    Bi heman mijarî:

    NATO şerê DAIŞê gotûbêj dike
    Rola herêmî ya Tirkîyeyê bi têkilîyên Rûsya-NATO`yê ve girêdayî ye?
    Etîketan:
    Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de