10:58 18 Çile 2017
Zindî
    Jens Stoltenberg

    NATO şerê DAIŞê gotûbêj dike

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 801

    Civîna di navbera wezîrên derve yên welatên endamên Hevpeymaniya Natoyê de, îro li bajarê Entalya yê Tirkiyê dest pê kir û tê de wê li ser pirsgirêkên li rojhilatê Ukrayna û Efxanistanê, herwiha şerê li dijî DAIŞê gotûbêj bêne kirin. Civîn wê 2 rojan berdewam bike.

    Ji bilî 28 wezîrên derve yên welatên endamên NATOyê, nûnerên welatên ku piştgirtiya misyona rêxistinê li Afganistanê dikin wek Azerbayjan, Armenya, Bosnya û Hersek, Corcya, Ûkrayna, Moxolistan, Korya Başûr, Japonya û Urdun div ê civînê de beşdarbûne.

    Di destpêka civînê de sekreterê giştî yê NATO, Yenis Stoltinberg gotara xwe pêşkêş kir.

    Herwiha serokwezîrê Tirkiyeyê, Ahmed Davûduglu jî gotarek di civînê de pêşkêş kir.

    Berî destpêkirina civînê, John Kerry di daxuyaniyekê de got, Washington bi alîkariya welatên din wê terorê li cîhanê têk bibe.

    Derbarê programa atomî ya Îranê de, Kerry diyar kir ku danûstandinên derbarê vê mijarê de wê 6 heftiyên din berdewam bikin.

    Wezîrê Derve yê Amerîka herwiha got ku  heta niha danûstandinên derbarê pirsgirêka atomî ya Îranê de serkeftî derbas dibin.


    Bi heman mijarî:

    Rola herêmî ya Tirkîyeyê bi têkilîyên Rûsya-NATO`yê ve girêdayî ye?
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de