03:54 24 Çile 2017
Zindî
    Fîloya Rûsyayê

    Rola herêmî ya Tirkîyeyê bi têkilîyên Rûsya-NATO`yê ve girêdayî ye?

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 801

    Geşadanên wan demên dawîyê firsendên nû ji Tirkîyeyê re raber dikin

    Rûsya û Çîn niha li Derya Spî manewrayên leşkerî  derbaz dikin û ew manewra wê heta roja 21`ê Gulanê berdewam bikin.

    Hinek eksper balê dikşînin li ser wê yekê, ku manewra di dema civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên NATO`yê ya li Antalyayê tê lidarxistin.
    Ew manewra li Turkîyeyê ve çawa têne nirxandin, ku hem endamê NATO`yê û hem jî partnerê stratejîk ê Rûsyayê ye?

    Endamê Akademîya Bernameya Ewlekarîya Navneteweyî, generalê malnişîn Haldûn Solmaztûrk di wê derbareyê de ji Ajnasa Nûçeyan Spûtnîkê re wisa axivî:

    “Manewra beşeke jêneqetîn ê perwerdehîya leşkerî ne û her tim têne pêkanîn. Berî ku manewrayên pendî yên li herêmeke pendî têne lidraxistin, bi geşedanên li herêmê ve bêne girêdan, gereke li amajeyên organîzatorên manewrayan bête nêrîn. Ji ber wê yekê ez wateyeke taybet nadime wan manewrayan. Li gor nêrîna min, ew manewrayeke ji rêzê ye”.
    Niha li Antalyayê civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên NATO`yê te lidarxistin. Ji alîyê din ve têkilîyên Rûsya û Tirkîyeyê yên di warê enerjî û bazirganîyê de gihaştine asteke stratejîk. Haldûn Solmazturk li ser wê mijarê wisa difikire:

    “Elbet geşadanên wan demên dawîyê firsendên nû ji Tirkîyeyê re raber dikin. Lê, di heman demê de gelek rîsk û tehdîdan jî di nav xwe de dihewînin. Li gor nêrîna min, niha hikûmet û sîyaseta derve ya Tirkîyeyê ji qonaxeke gelek zehmet re derbaz dibin. Ji alîyekê ve giringîyeke taybet didine têkilîyên bi Rûsyayê re ji alîyê din ve Tirkîye endamê NATO`yê ye û bi welatên din ên endamên NATO`yê re têkilîyên wê niha ne gelek baş in. Di navbera Tirkîye û NATO`yê de niha nebawerî heye, ku di dîroka têkilîyên Tirkîye û NATO`yê de tu caran ne gihaştibû wê astê.

    Her çend giringîya Tirkîyeyê ya jeostratejîk zêdetir bibe jî, sîyaseta derve ya Tirkîyeyê rast bi problemên gelek cidî tê û nikare wan çareser bike. Dema em lê dinêrin, em dibînin ku problemên di navbera NATO û Rûsyayê de bandorê li têkilîyên Tirkîye-NATO û Tirkîye-Rûsyayê dike.

    Eger em wan faktoran berbiçabv bikin, amajekirina wê yekê  wê ne hêsan be: li Rojhilata Navîn, li Bakûrê Afrîkayê, li Asya, li Ewrûpa Rojhilat û li Balkanan ewqas zêde problem hene, ku Tirkîye ji ber rewşa xwe ya klasîk û dîrokî ve dikaribû di çareserkirina wan probleman de tevkarîyeke cidî bike, lê têkilîyên xerab ên di navbera Rojhilat û Rojavayê derfetê nadine wê yekê”.

    Etîketan:
    Tirkiye, NATO, Derya Spî, Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de