18:17 29 Gulan 2017
Zindî
    Berteka li hember tevgera polîsan a li Baltîmûrê

    Mafparêzên amerîkî: Desthilata DYA`yê li hember nîjadperestîyê bêdeng e

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 811

    Polîsên amerîkî li hember welatîyên cerimreş hêzeke bêpîvan bikar tînin

    Welatên beşdarên Civata Mafên Mirovan a Civata Ewlekarîyê ya NY derbarê li tewaya cîhanê binpêkirina mafên mirovan de nehedar e. Bi taybet jî ji ber binpêkirinên li DYA`yê.

    Gelek sedemên nehedarîyê hene: li DYA`yê tunebûna moratoryûma cezayê îdamê, berdewamkirina xebata zindana taybet a Guamtanamoyê, redkirina desthilata DYA`yê ya tevlibûna konvensîyona parastina mafên zarokan, kiryarên li hember girtî û penaberan û redkirina guhdarîkirina nêrînên şênîyên resen ên welêt.

    Endamên Civata Mavên Mirovan a NY bi taybet destnîşan kirin, ku nehederîya wan ew e ku polîsên amerîkî li hember welatîyên cerimreş hêzeke bêpîvan bikar tînin. Nîjadperestî û tawanên li ser esasê nîjadperestîyê têne kirin roj bi roj zêdetir dibin.

    Bi wan bûyeran ve girêdayî, welatên beşdarên Civata Mafên Mirovan ji desthilata DYA`yê daxwaz kirin, ku sedemên wan bûyeran venêrin û tedbîrên pêwist wergirin.

    Anegorê nûçeya RÎA Novostî`yê, nûnerê departamenta dadgerîyê ya DYA`yê Ceyms Kadogan derbarê daxwaza welatên endamên Civata Mafên Mirovan a NY de wisa got: ``Ew ne problemeke nû ye. Lê, bûyerên li Fergûson û Baltîmûrê yên wê dawîyê baleke taybet kişandin li ser wan pirsan. DYA layengirê dadwerî û lêpirsînkirina serbixwe ya tevgerên polîsan e û di wextê xwe de tedbîrên pêwist werdigire``.

    DYA Kapîtolî Waşîngton
    © Sputnik/ Igor Mikhalev

    Nûnera rêxistina Human Rights Watch`ê Alba Moralesê  jî derbarê rewşa bi tawanên li ser esasê nîjadpersetîyê têne kirin de wisa got:

    ``Gotûbêjkirina Lêpirsînên Perîyodîk ên Gerdûnî nîşan da, ku îro li tewaya cîhanê li hember sîstema dadwerîyê ya DYA`yê nerazîbûn hene. Sîstema dadwerîya ya DYA`yê hewceyê venêrîna demildest e, bi taybet jî di warê newekhevîya nîjadî de. Em hêvî dikin, ku DYA guh bide bangên derbarê moratoryûma cezayê îdamê û şîretên başkirina organên ewlekarîyê yên ciheyî û bi taybet jî tevgerên wan ên li hember afroamerîkîyan``.

    Li gor nêrîna yek ji damezrênêrên rêxistina ne hikûmî  ``Cold Case Justise`` Cenîs MakDonaldê, desthilata DYA`yê gereke di sîstema dadwwerîyê de reforman pêk bîne û dest ji redkirina hebûna nîjadperestîyê berde:

    ``Di nav mijarên bi mafên mirovan ve girêdayî yên welatên beşdarên Civata Mafên Mirovan gotûbêj kirinî de gelek binpêkirinên peyman, konvensîyon û standardên navneteweyî  hene. Binpêkirina mafên mirovan li DYA`yê gelek berfireh e, lê desthilata wî welatî li hember wan her tim bêdeng e``.

    Welatîyên DYA`yê dizanin ku Mala Spî bi zanebûn li hember binpêkirinên mafên mirovan û li ser esasê nîjadpersetîyê ji alîyê nûnerên yasayan ve pêkanîna tawanan bê deng e.

    Li gor gotinên Martîn Ezsûttonê çerimreş ê xwuşka wî ya 22 salî di sala 2012`yan de ji alîyê polîsan ve hatî kuştin, li DYA`yê ji bo polîsan sedemên sivikkirinê yên kuştina mirovan hene. Li gor nêrîna Martîn Ezsûtton, nîjadperestî problemeke mezin a civaka hevdem a DYA`yê ye:

    ``Hûn çawa dikarin civakê bidine guhertin, dema hûn derbarê wê de tu tiştan nizanin? DYA tenê dizane ceza bike û gelek bi dijwarî ceza dike. Bi taybet jî li Şîkakoyê``.

    Etîketan:
    Cîhan, DYA, NY
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de