03:43 27 Gulan 2017
Zindî
    Erdheja li Nepalê.  Kathmandu, April 25, 2015.

    Erdhejek din li Nepalê da

    © AP Photo/ Niranjan Shrestha
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 702

    Îro erdhejeke bihêz bi pile 7.4 li ser pêvera Rîchterê li rojhilatê welatê Nepal da.

    Piştî 17 rojan ji erdheja bihêz a ku li Nepalê rû dabû, îro erdhejeke din bihêz li wî welatî qewimî.

    Hat ragihandin ku ew erdhej wiqasî bihêz bû, ku li bajarên Newdelhî yê Hindistanê û Dakayê Bingladeş hest pê hat kirin. Hêj ti zanyarî derbarê qurbaniyan nehatiye belavkirin.

    Roja 25ê Nîsanê erdhejeke bihêz bi pile 7.8 li ser pêvera Rîchterê li Nepalê qewimî û di encamê de 8 hezar kes hatin kuştin û bi deh hezaran jî birîndar bûn, herwiha 288 hezar û 798 xanî bi temamî rûxan.

    Bi heman mijarî:

    Bi pileya 7,9 li Nepalê erdhej pêk hat
    Etîketan:
    Nepal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de