14:50 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Gundê Peskî li wîlayeta Donetskê

    Li Ûkraynayê agirbest dîsa tê binpêkirin

    © AFP 2017/ Oleksandr Ratushniak
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 311

    Karmendên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya li Ewrûpayê bi rojane bûyerên xerakirina agirbestê tomar dikin. Li gorî gotinên wan, rewş ji çaresriyê dûr e û lewma jî vê havînê hemjara wan wê heta 600 kesî bê zêdekirin.

    Vê gavê karê çavdêrên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya li Ewrûpayê  ji tomarkirinê wêdetir pêş ve naçe.  Û xuyaye rewşa wisa bi kêrî Kiyevê tê.

    Lê belê sekreterê Giştî yê Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya li Ewrûpayê  Lamberto Zanyer geşbîniya xwe winda nake û tekez dike ku  li Ûkaraynayê    ji bo aştiyê `şanseke baş` heye.  Lê di rastiyê de rewşa li herêmên şer ber bi neyînî ve diçe.  Serokê Navenda Çavdêriya Sîyasî ya Rûsyayê Vasîliy Stoyakîn di vê mijarê de van şîroveyan dike:

    "Çavdêrên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya li Ewrûpayê   bûyerên binpêkirina agirbestê ji her du aliyan tomar dikin. Aşkere dibe ku xerakirina agirbestê ji aliya artêşa Ûkraynayê ve çendîn dehan car diqewime, lê ji aliya hêzên parastinê  ve ji dehê  kêmtir car.  Ew jî bi giranî  guleberdana ji tivingên otomatîk in".

    Li gorî nêrîna Stoyakî, metirsiya herî sereke ew e, ku leşkerên Ûkrayînî her tiştî dikin, ku pevçûn nasekine:

    "Bê guman, ji alîya Ûkraynayê her tim provokasyon  tên kirin.  Bi giranî, pevçûnên li deverên Peskî û Şîrokîno provokasyoneke vekiriye.  Ji xwe provokasyonên han jî bi daxuyaniya  parlamentoya Ûkraynayê  ya li ser pêşîgirtina êrîşkariya Rûsyayê  baş li hev tên".

    Di daxuyaniya navborî  de  ne tenê behsa êrîşkariya Rûsyayê tê kirin, lê her weha tê gotin, ku parlamenter wê  serî li  Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî jî bidin.  Lê belê îro li Ewrûpayê jî gelek der dor hene, ku nexwazin li parzemîna xwe rijandina xwînê bibînin.  Cîgirê serokê Enstîtûya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Mîxayîl Smolîn di vê mijarê de weha diaxive:

    "Ji alîyekî ve ji Ewrûpyê re  dest nade li kêlekê wê herêmeke nearam û şer hebe.  Vê gavê YE hêla sîyaseta xwe ya derve durist dike. Ewrûpa dixwaze xwe ji bandora DYA xelas bike, ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê pir zêde bûye.  Ji alîyeke din jî,  ji ber vê kirêzî YE dixwaze  manûpulasyonên ji bo pêxilandina Rûsyayê  jî bide meşandin. Ew, li gorî hişmendiya xwe  tekez dikin ku Rûsya di vê kriîzê de beşdarî dike.  Lê ew nexwazin fehim bikin, ku  pirsgirêka li rojhilata Ûkraynayê, pirsgirêka  Ûkraynayê  ye.  Di destpêkê de divê diyalogeke navxweyî pêş bikeve".

    Lê di serî de divê Kiyev bi xwe ji bo diyalogê hewil bide. 

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna avakirna dîwarê li ber Sînorê bi Rûsyayê re berdewamdike
    Poroşenko derbarê referandûma jibo pirsa tevlîbûna Ûkrayna li NATOyê ragihand
    Ûkrayna nema nirxê elektrîka Rûsyayê li Donbasê dide
    Li Brukselê hevdîtinaên di navbera Ûkrayna û YE de destpê dikin
    Sêrgêy Şoygû: Ûkrayna di zincîra `şoreşên rengîn de` trajîdiyek pir mezine
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de