09:31 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlametoya Swêdê

    SWÊD- Derbarê şandina alîkariyan bo Pêşmerge yekdeng in

    © AFP 2017/ TT NEWS AGENCY / HENRIK MONTGOMERY
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1912

    Hemû partî û aliyên siyasî yên nava Parlamentoya Swêdê yekdeng bûn li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge

    Komîteya Bergirya Derve ya Hikûmeta Swêdê, bi yekdengî pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge pesend kir. Parlamenterekî wî welatî jî wê biryarê bi girîng dide xuyakirin. Duhî danê êvarî, Komîteya Bergirya Derve ya Hikûmeta Swêdê, ku hemû aliyên siyasî yên wî welatî li xwe digire, bi yekdengî pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge pesend kir. Cîbicîkirina vî erkî di çarşoveya karên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dibe. Hemû partî û aliyên siyasî yên nava Parlamentoya Swêdê, ku nûnerên wan di wê komîteyê de hene, yekdeng bûn li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge.

    Etîketan:
    Pêşmerge, Parlamento, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de