19:08 25 Gulan 2017
Zindî
    EU Should Slow Down Ukraine Discussions Amid Donbass Conflict

    Ji bo çi Amerîka ji bo Ûkraynayê endîşedar dibe

    © Flickr/ Viktor Kovalenko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 601

    Ewrûpî sedemên resen ên bûyerên li Ûkraynayê hêdî hêdî fam dikin

    Ûkrayna hedarîyê nade Amerîkayê. Ji destpêka sala 2014`yan ve destê Waşîngtonê her tim li ser rehjena Ûkraynayê ye. Dema serokê Ûkraynayê yê hilbijartî hate wergerandin, amerîkîyan ji rêvebirên nû yên wî welatî re pêşnîyarkirin, ku eger bi Rûsyayê re têkilîyên xwe bibirin, wê her cureyê alîkarîyê bistînin.

    Ûkrayna dikare wisa bihesibîne, ku bi saya amerîkîyan, Ewrûpa bi Ûkraynayê ve mijûl dibe. Lê, ew yek ne wisa ye. DYA ji zû de plana antî-rûs amade kirî ye. Lê, ji bo dabînkirina wê planê bi salane bahaneyên destdayî digerîya. Ûkrayna peyda kirin û wek bahaneya dabînkirina plana li dijî Rûsyayê bikar anîn. Profesorê ji Înstîtûya Aborîya Cîhanî û Têkilîyên Navneteweyî ya Akademîya Zanistê ya Rûsyayê Vladîmîr Zaxarov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Bûyerên li Ûkraynayê serî hildanî, ji berê de hatibûne plankirin. Ew yek ji ber wê yekê hate kirin, ku Rojavayê li hember Rûsyayê rakin. Amerîkî heta astekê gihaştin armancên xwe. Ji ber ku Rojavayê piştgirî da ambargoyên DYA`yê”.

    Maydanê girika destê Waşîngtonê vekir. DYA`yê dest bi dabînkirina planên sazkirina guşarên li ser Moskowê yên bi rîyên dîplomasî û sepandina ambargoyan kir. Di destpêkê de Rûsya bi wê yekê ve tawanbar kirin, ku dixwaze yekpareyîya Ûkraynayê xera bike. Ewrûpayê ew plan xwar û dest bi amadekarîyên leşkerî kir. Paşê NATO derkete li ser dîkê û bi saya çîrokên derbarê Rûsyayê de ji bo zêdekirina bûtçeya xwe derfeteke mezin bi dest xist. Paşê amerîkîyan xwe ji holê bi dûr xistin û wekaleta xwe ji ewrûpîyan re hiştin. Welatên serkêş ên wekîlîya DYA`yê dikirin Almanya û Fransa bûn. Di destpêkê de ew yek ne bi dilê Kîyevê bû. Ji ber ku li ser wê bawerîyê bûn, ku piştî ji alîyê Nûlandê ve li kolanên Kîyevê belavkirina totikan, ji endambûna NATO`yê re tenê gavek mabû. Lê, sîyasetmedarên Ewrûpî şîret li wan kirin, ku di tevgerên xwe de lez nekin. Ewrûpîyan fam kir, ku şereke gengaz ne di berjewendîyên wan de ye. Ewrûpî sedemên resen ên bûyerên li Ûkraynayê hêdî hêdî fam dikin. Sîyasetzan Aleksandr Konkov di wê derbareyê de wan zanyarîyan dide:

    “Niha êdî fam dikin, ku di perspektîva demkurt de li wê derê tu guhertinên erênî pêk nehatin. Di perspektîva demdirêj de jî, bûyerên li Ûkraynayê wê li pêşîya geşedana welatên ewrûpî bibine asteng. Ewrûpî dibînin, ku ji pabendbûna mafên mirovan heta dabînkirina prensîbên sereke yên demokrasîyê li Ûkraynayê tu reform nehatine pêkanîn. Berovajî, li Ûkraynayê tenê prosesên negatîv diqewimin û çavkanîyên nearamîyê zêdetir dibin”.

    Dabînkirina plana aştîyê ya Mînskê ne bi di dilê Waşîngtonê ye.  Ji ber ku bi wî awayî dikarin guşarên sîyasî û aborî yên li ser Rûsyayê bidine berdewam kirin. Her weha sîyasetmedarên amerîkî wê bûyerên li Ûkraynayê ve girêdayî, sazkirina guşarên li ser Rûsyayê ji bo hilbijartinên pêşerojê jî bikar bînin. Bi tevî ku piranîya amerîkîyan cihê Ûkraynayê yê li ser nexşaya cîhanê nizanin jî. Ji bilî 300 malbatên leşkerên ku ji bo perderdekirina efser û leşkerên artêşa Ûkraynayê ber bi herêma Lvovê ve hatinî şandin.

    Etîketan:
    YE, DYA, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de