15:53 26 Îlon 2017
Zindî
    Angela Merkel

    Angela Merkel di navenda skandala cesûsî de ye

    © AP Photo/ Axel Schmidt
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1601

    Tawanbarî li heber serokwezîra Almanyayê Angela Merkel tê kirin, ku di encamê razîbûna wê ya bêdeng de Ajansa Ewlekakriya Neteweyî (ABN) ya DYA bi alîkariya îstîxbarata almanî şopa hin şîrketên almanî û ewrûpî ajotiye.

    Di sala 2013-ê de Angela Merkel ji wan tawanbariyan xwe xelas kiribû.

    Lê belê, li gorî  agahiya hin dezhgehên çapemenî,  çendîn sal e haya hikumetê jê  hebûye ku îstîxbarata Almanyayê  alîkarî dide hemkarên xwe yên amerîkî  ji bo komkirina zanyariyan.

    Di maweya karê xwe yê serokwezîrtiyê de ev yekemîn car e ku Angela Merkel rastî bûyerekî weha  ne xweş  tê. Mixalifên wê yên sîyasî bi lezûbez dest bi rexneyên li hember wê kir.  Heta hin sîyasetmedaran ragihand ku li hember hikumeta federal û Merkel bi xwe dibe ku doz bê vekirin.

    Xuya ye muxalifên Merkel bi bîryar in. Divê skandala han bi çavekî biçûk lê nayê nihêrin,  lewre ewê zû bi zû aş nabe.

    Tu dibêjî qey di nava hikumeta Almanya de her tişt bi riya xwe ve dimeşe, lê belê li pişt vê aramiyê  skandalekî wisa xwe veşartiye, ku navê sîyastmedarên herî pêşeng ên wî welatî ketiye nav de. Skandal, di encamê lêpirsînkirina fealîyeta Ajansa Îstîxbarata Neteweyî de aşkere bûye, ku ji aliya  parlamentoyê  ve hatiye meşandin. Li gorî hîn agahiyan, Ajansa navbiorî bi daxwaza DYA  li ser çend şîrketên ewrûpî zanyarî berhev kiriye.  Vê gavê bala lêpirsînê herî zêde li ser ofîsa serokwezîr kom bûye, ji ber ku fealiyeta îstîxbaratê di bin kontrola Angela Merkel de ye, an jî herî kêm diviyabû  ku di bin kontrola wê de  be.

    Mezinahiya skandala sîyasî ya ku hatiye serê Angela Merkêl wê bi aşkerebûna bersiva van pirsan ve diyar bibe: gelo kî, kengî û çi zanibû û kî ji kê re çi rapor daye? 

    Di sala 2013-ê de dema ku Edward Snowden fealiyeta casûsî ya ABN a li Ewrûpayê û guhdarîkirina axaftinên telelfonî aşker kir,  hingê Angela Merkel xwe gelek aiz kiribû.   Ji Waşîngtonê re bi awayekî hers telefon hatibû vekirin û balyozê DYA yê li Berlînê bi awayekî lezgînî ji hevdîtinê re hatibû gazîkirin. 

    Acizbûna Angela Merkel li ser wê yekê ku tiliya îstîxbarata Almanyayê di vê skandalê de heye, du encamên  ne xweş derdixe holê:  yan haya serokwezîr Merkel ji fealiyeta wan tunebûye, an ku ew kontrola îstîxbarata Almanyayî nake, yan jî ew her tiştî zanîye û hikumeta wê bi zanebûn parlamento xapandiye.

    Bûyera han ji hikumeta koalîsyonî ya Almanya û şexsen ji Angela Merkel re wekî sîyasetmedar û lîder, ku gelê alman baweriya xwe pê tîne, dikare encamên pir cidî derxîne.

    Etîketan:
    Angela Merkel, Ewrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de