06:56 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Helîkoptera `mi-17` ya pakistanî

    Pakistan: Balyozên Flipîn û Nerwîjê jiyana xwe ji dest dan

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2323

    Ji ber ketina helekopterekê, balyozên Flipîn û Nerwîjê li Pakistanê jiyana xwe ji dest dan.

    Berdevkê Artêşa Pakistanê, Asîm Bajawe ragihand ku `li bilindahiya çiyayên Gilgît Baltîstanê, helekopterek ket û di encam de 2 pîlot û 4 kesên din jiyana xwe ji dest dan.`

    Balyozê Nerwîjê li Îslam Abad, Lîf Larson û Balyozê Flipîn li wî welatî, Domîngo Lasîryano ligel hevjînên xwe jiyana xwe ji dest dan.

    Herwiha Balyozê Holenda Marsêl De Vîng û Balyozê Polendayê Enderzîc Enanîj jî birîndar bûne.

    Berdevkê Artêşa Pakistanê wiha got: `Ew helekopter ji corê M 17 ye. Jibilî pîlot 17 kesên din tê de bûn ku 11 ji wan biyanî bûn.`

    Etîketan:
    Pakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de