12:57 20 Çile 2017
Zindî
    Ûkrayna û Yekitiya Ewropayê

    Kîyev êdî wek ewropîyan li êşan dinêre

    © Sputnik/ Pavel Palamarçûk
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 301

    Kîyev bi sîyaseta xwe ve Donbass êdî ji Ûkraynayê veqetandî ye

    Desthilata li Kîyevê di dawîyê de xaleke lihevkirinên Mînskê peyda kir, ku bi hêsanî dikarin pêk bînin. Li vir mabest 8 xalên derbarê xercên sosyal û verastkirina xebata sîstema bankayan a li Rojhilatê welêt e. Arsenîy Yatsenûk mekanîzmayên pêkanîna wan erkan venaşêre. Lê ya herî giring ew e, ku kêm jî be, tevgera di çarçoveya lihevkirinên Mînskê de geşbînîyê saz dike.

    Ji meha Mijdara sala par ve mûçeyên malnişînan ber bi rojhilata Ûkraynayê ve nehatine şandin. Ew biryar ji alîyê Poroşenko ve hatibû girtin. Di meha Nîsanê de rêvebirên dahêreyên fînansî yên Komara Gel a Donetsk û Komara Gel a Lûganskê deynê Kîyevê hisab kirin. Kîyev 75 milyar rûbleyan deyndarê malnişînan e. Rojhilat hisabê merdahîya Kîyevê nake û ji ber wê yekê jî anegora derfetên di dest xwe de hewl dide wê problemê çareser bike: bi saya bacên ji kargehan têne wergirtin, mûçeyên xebatkar û malnişînan têne dan. Kîyev jî tenê bi wê yekê ve mijûl e, ku di hola navneteweyî de behsa karesatên humanîter dike. Analîstê sîyasî yê Rêxistina Navneteweyî ya Çavdêrîkirina Hilbijartinan Stanîslav Bişok di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Ez di wan rojên borî de ji civîna Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrûpayê ya li Vîyanayê hatî lidarxistin vegerîyam. Delegasyona ûkraynî li wê derê çend caran ragihand, ku ji ber rewşa humanîter  û ji ber rewşa mafên mirovan a li Donbassê gelek endîşedar in. Min xwe negirt û mafê gotinê xwest: ``Ez bi we re me. Bi rastî jî li wê derê rewşa humanîter gelek xerab e û mafên mirovan jî têne binpêkirin. Eger ew yek bête berbiçavkirin, ku ew li dora salekeyê hûn wan gulebaran û bombebaran dikin, texmînkirina wê yekê ne zor e ka li wê derê rewşa humanîter û ya mafên mirovan çawa ye”.

    Lê, wisa dîyar e, ku ewrûpîyan li hember wan daxuyanîyên ûkraynîyan ên bi wî rengî helwesta xwe kifş kirine. YE`yê malîyeta verastkirina jîyana aştîyane baş fam dike. Ji ber wê yekê ji xwe re rola beşdarvanê guhdarîker hilbijartî ye. Cîgirê rêvebirê Înstîtûya Lêkolînên Stratejîk Mîxaîl Smolîn di wê derbareyê de wisa dibêje:

    “Eger ewrûpîyan baleke zêdetir bidana êş û kulên mirovên li rojhilatê Ûkraynayê, wê demê wê pirseke wisa bihata kirin: ji bo çi ewrûpî alîkarîya wan mirovan nakin? Ji ber wê sedemê, ewrûpî hewl didin çavên xwe ji êş û kulên mirovên li rojhilatê Ûkraynayê re bigirin. Ji ber ku alîkarîya ewrûpîyan ji bo wan mirovan re naçin ên li dora salekê ye di bin rewşa şer de dijîn. Li wê derê rewşa karesata humanîter heye û tenê Rûsya hewl dide ku alîkarîya wan bike. Eger Rûsyayê konvoyên alîkarîyê neşandibaya, li wê derê rewş wê ji kontrolê biderketaya. Mirov wê ji birsînan û sermayê bimirîyana”.

    Kîyev jî êdî helwesta ewrûpîyan hildibijêre. Mîxaîl Smolîn wisa berdewam dike:

    “Li gor nêrîna desthilata li Kîyevê, mirovên li Rojhilat welatîyên Ûkraynayê ne. Desthilat gereke wan erkan pêk bîne, yên li hember welatîyên li herêmên din têne pêkanîn. Lê, mixabin wan erkên xwe pêk nayne. Kîyev bi wê helwesta xwe ve Donbass êdî ji Ûkraynayê veqetandî ye û naxwaze problemên welatîyên li wê herêmê ve mijûl bibe”.

    Wateya wê jî ew e, ku welatîyên li Donbassê bi xwe problemên xwe çareser dikin. Ji bo nimûne, li Lûganskê her roj 3 ton ``nanê sosyal`` tê patin û li dikanan bi 10 sentên ewro têne firotin. Tê plankirin ku her roj 4 ton nan bête patin. Ar ji ku tê? Ji Rûsyayê.

    Etîketan:
    Donbass, YE, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de