20:14 29 Gulan 2017
Zindî
    al jazeera логотип

    Rêvebirên Al Jazeera America îstîfa dikin

    © Flickr/ Joi Ito
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 301

    Xebatkareke berê yê Al Jazeera America li dijî telekompanîyayê doz vekir û ew bi seksîzm, antîsemîtîzm û antîamarîkanîzmê tawanbar kir

    Cîgira serokê telekanala Al Jazeera America Marsî Makgînnîs roja 4`ê Gulanê dest ji karê xwe berda. Makgînnîs bû rêvebira sêyemîn a wê telekanalê ku di maweya hefteya borî de ji karê xwe istifa kirin. Skandalê di destpêka hefteya borî de destpê kir, dema xebatkareke berê yê Al Jazeera America li dijî telekompanîyayê doz vekir û ew bi seksîzm, antîsemîtîzm û antîamarîkanîzmê tawanbar kir.

    Roja duşemê hate ragihandin, ku cîgira serokê telekanala Al Jazeera America Marsî Makgînnîsê dest ji karê xwe berda. Marsî Makgînnîsê di meha Adara îsal de dest bi wî karî kiribû û berî wê jî serokatîya ajansa nûçeyan a Al Jazeera Americayê dikir. Di nav hefteya borî de her weha rêvebirê têkilîyên bi civakê re Daûn Brîdjes û rêvebira personelan Dîana Lî û cîgira wê Denîs Meylzê jî dest ji karê xwe berdan.

    Sedemê ji kar îstifakirina wan, skandala hefteya borî bû. Roja sêşema borî rêvebirê berê yê resûrsên mûltîmedya û arşîvê yê Al Jazeera America Metyû Lûk li dadgeha New Yorkê li dijî telekompanyayê doz vekir. Li gor nêrîna wî, bi awayeke neyasayî ji Al Jazeera Americayê hatîye bidûrxistin. Li gor gotinên Metyû Lûk, yek ji rêvebirên telekanalê Osman Mehmûd li hember şîroveyên antîsemîtîk û antîamerîkî bêtevger dimîne û di hinek projeyan de jinan derdixe û li dewsa wan mêran bi cih dike û bi wî awayî sûcî seksîzmê pêk tîne. Li gor daxuyanîya Metyû Lûk, Osman Mehmûd ji wî daxwaz kirîye, ku du jinan ji projeyê derxe û di dewsa wan de du mêran bi cih bike. Ji bilî wê jî Ozman Mehmûd gotîye ku ``Kesê piştgirîya Îsraîlê bike wê di dojehê de bişewite``. Her weha Osman Mehmûd pêşnîyar kirîye ku teleoperatorê îsraîlî ji kar bête derxistin û yeke filîstînî li dewsa wî bête bi cihkirin.

    Di hefteya borî de Osman Mehmûd ji rojnameya The Washington Postê re ragihand, ku ew tawanbarkirin bêbingeh in û derew in. Rêvebirê Giştî yê Al Jazeera America  Exab el-Şixabî di press-konferansa roja çarşemê sazkirî de got, ku ``Em nikarin destûrê bidine helwestên dîskrîmînasyonî. Ew yek absûrd e, ku  me bi seksîzm, antîsemîtîzm û antîamerîkanîzmê ve tawanbar dikin. Al Jazeera America anegorê standardên bilind ên etîk û daxwazên profesonalîzmê karûbarên xwe dimeşîne``. Marsî Makgînnîsê jî istifakirina xwe bi cudabûna nêrînên bi rêvebirîya telekanalê ve şîrove kir. Marsî Makgînnîs di nameya xwe ya di Financial Timesê de hatî weşandin de daxuyanîya Rêvebirê Giştî Exab el-Şîxabî ku gotibû ``Em biryara hemû xebatkarên ji kar istifa dikin silav dikin ên piştgirîyê nadine biryarên Al Jazeera Media Networkê`` bi bîr anî û got ``Min fam kir ku ez li ciheke ne rast kar dikim û min biryar da ku istifa bikim``. Beşa amerîkî ya telekanala Al Jazeera katarî — Al Jazeera America di sala 2013`yan de dest bi weşanê kir. Wê demê Al Jazeerayê tora bi kablo ya Current TV`yê bi 500 milyon dolaran kirîbû. Telekanal li Amerîkayê ji alîyê 60 milyon kesan ve tê temaşekirin.

    Etîketan:
    El Cezîre, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de