03:44 27 Gulan 2017
Zindî
    Erdheja li Nepalê

    Encamên hetîketî yên trajîdiya Nepalê

    © REUTERS/ Stringer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 601

    Bihêztirîn erdheja di 80 salên dawîn de li Nepalê pêkhat.

    Di encamê wê de bi hezarên mirovan jiyana xwe ji dest dan û gelek cî û war jî wêranbûn. Hindistan, Rûsya  û gelek welatên din destbi alîkariya Nepalê kirin.

    Bi taybetî daxwaza jibo alîkariya nişteciyên Nepalê bû sedema hetîketiyek navnetewî mezin.

    Desthilata Nepalê û nûnerên çend rêxistinên navnetewî niha hev bi tevlihevî û derengiyê di pêşkêşkirna alîkariyê de jibo ziyankêşên erdhejê gunehbar dikin.

    Rizgarkarên biyanî ji prosedûra  dirêj ya  gumrikê ya jibo pişkînana barên alîkariyê bo Nepalê acêzin. Lê desthilata Nepalê jî fam nake bê çima tiştên ne pêwîst

    ji wan re tên şandin.

    Nûnerê wezareta karên hindur ya Nepalê Lakşmi Parsad Dxakal ji rojnema Hindistan Times re ragihand ku `gelek daner alîkariya madî ji me re dişînin, bêyî ku

    bipirsin ka çi jibo me pêwîste`.

    Rizgarkarên biyanî bi xurtî desthilata Nepalê  rexnekirin jiber ku wê nikarîbû alîkariyê bêyî prosedûrên bîroqratî orgenîzebike û karê rizgarkaran hemahingî

    bike.

    Alîkarê serokwezîrê Nepalê Sûşîl Koyrala destnîşandike ku inîsyatîvên biyanyan yên zêde jî  hiştin ku tevlehevî pêkbê. Gelek danerên biyanî ku jiber

    prosedûrên bîroqratî û tunebûna hemahingiya pêwîst ne razî bûn, bêyî desthilata Nepalê ragihînin, di riya rêxistinên ne hikumî de alîkarî li ziyankêşan belav

    dikirin.

    25 Nîsanê li beşê rojava yê Nepalê erdheja bi hêza 7,9 radayî pêkhat. Di encam de bêtir ji 7 hezar kesî cane xwe ji dest dan û hîn bêtir ji 14 hezar kesî jî

    birîndarbûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Bi pileya 7,9 li Nepalê erdhej pêk hat
    Etîketan:
    Nepal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de