15:02 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Deryayî yên Japonyayê

    Japonya wê hêzên xwe li xaka li ser ne lihevkirî bicîbike

    © Sputnik/ Vitali Ankov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2201

    Wezareta berevaniyê ya Japonyayê bimebeste hêza ji 600 leşkerî li nîvgirava Miyako ya li deryaya Çînê ya Rojhilat bicîbike.

    Li gor nerîna Tokyo, li vê herêmê di dema dawîn de çalakiyên hêzên leşkerî yên Çînê bihêzbûne. Li gorî çapemeniya Rûsyayê ku li ser asasê ajansên Japonyayê radighîne, hêza

    leşkerî ya Japonyayê wê bi moşekên cure erd-keştî ve bê amade kirin.

    Her weha, Japonya bimebeste grûpa leşkerî  li nîvgirava Isigaki jî bicîbike. Hêzên deryayî yên Korya bakur jî ne dûr ji van nîvgiravan, li nav ava navnetewî her

    tim diçin û tên û tedrîbatan dikin.

    Keştiyên Çînê jî, jibo mafê xwe li ser nîvgirava Senkaku nîşan bidin, nêzîkî vê herêmê dibin.  

    Japonya, ji bilî bicîkirna van hêzan, plandike ku li nîvgirava Enagûn ya nêzîkî Taywanê istgeha radarê ya çavdêriyê deyne. Li navenda Hêzên deryayî yên

    Japonyayê li nîvgirava Kyosyo heta sala 2018 jî  wê hêzên leşkerî bên bicîkirin da ku bilez berseva rewşên ewarte bidin. 


    Etîketan:
    Japonya, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de