08:36 26 Gulan 2017
Zindî
    Serokê Ûkraynê Peter poroşenko

    Perwerdekarê baş perwerdekarê amerîkî ye

    © Foto:
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1410

    NY dikare ji dabînbûna xeyalên Poroşenko re bibe asteng

    Hêvî tenê bi aştîparêzan ve girêdayî mane. Serokê Ûkraynayê Pyoter Poroşenko ji bo gotûbêjkirina bi sîyasetmaderên rojavayî re mijareke nû peyda kir. Niha êdî her tişt li dor aştîparêzan tê gerandin. Li gor nêrîna Poroşenko, li rojhilatê Ûkraynayê hebûna aştîparêzan wê gelek baş be. Berî niha NATO`yê hinek perwerdekar ber bi Kîyevê ve şandin, ku ruhê artêşa Ûkraynayê bidine vejandin.

    Poroşenko ji Sekreterê Giştî yê NY daxwaza aştîparêzan kir. Reaksîyona Pan Gî Moon ya li ser daxwaza serokê Ûkraynayê ji şîroveya Poroşenko ya ji bo çapemenîyê de dîyar dibû: Pêşnîyarîya me piştgirîyeke pendî wergirt. Wek tê gotin bêdengî erêkirin e. Eger bi rastî ji pêşnîyara serokê Ûkraynayê bihata piştgirîkirin, Poroşenko wê li her derê serkeftina dîplomasîya ûkraynî biqêrîya. Ji alîyê sekreterê Giştî yê NY ve bi awayeke sar pêşwazîkirina pêşnîyara serokê Ûkraynayê, yekser ji alîyê Ûkraynayê ve  binpêkirinên rejîma agirbestîyê ve girêdayî ye. Her weha desthilata Ûkraynayê bi awayeke vekirî lihevkirinên Mînskê jî binpê dike. Lê, wek her tim bahaneyên Poroşenko yên tawanbarkirinê amade ne: sûcdar Komara Gel a Donetsk û Komara Gel a Lûganskê ne. Lê, aştîparêz dikarin hemû probleman çareser bikin.

    Lê, NY dikare ji dabînbûna xeyalên Poroşenko re bibe asteng. Wek tê zanîn biryarên şandina hêzên aştîparêz ji alîyê Civata Ewlekarîyê ya NY ve girêdayî ye û di wê civatê de mafê Rûsyayê yê vetokirinê heye. Serokê Navenda Komûnîkasyonên Stratejîk Dmîtrîy Abzalov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    "Biryarên wisa bêy erêkirina NY berî niha hatine sepandin. Hêzên aştîparêz ên NATO`yê di operasyonên li Yûgoslavyayê de beşdarî kirin. Di encamê de Yûgoslavya perçe perçe bû. Ji ber wê yekê, bêy biryara NY ber bi rojhilata Ûkraynayê ve şandina hêzên aştîparêz wê gelek problemên cidî derxe holê".

    Di dawîya meha Nîsanê de 300 pîyadeyên amerîkî derbazî herêma Lvovê bûn û gelek navgînên teknîkî-leşkerî jî bi xwe re derbaz kirin. Eger amerîkî piştî perwerdekirina li dora 6 mehan vegerin jî, teknîka leşkerî wê li Ûkraynayê bimîne. Hewlên desthilata Ûkraynayê ya perwerdekirina artêşê elbet tişteke ne xerab e, lê encam wê çi bin? Eksperê Akademîya Zanistên Leşkerî Vladîmîr Proxvatîlov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    "Armanca wê perwerdehîyê perwerdekirina serdestên artêşa Ûkraynayê ye. Wek tê zanîn niha bi sedan perwerdakarên bi ezmûn ên amerîkî li Ûkraynayê ne. Ewê bi sedan serdestên artêşa Ûkraynayê di warê teorî û pratîkê de perwerde bikin. Ew serdest jî wê leşkerên mayîn perwerde bikin. Bi wî awayî wê artêşeke nû ya ji dehan hezaran pêk hatî bête sazkirin a dikare bi metodên hevdem ve şer bimeşîne. Lê, ez wisa nafikirim, ku bi wan hewlan ve hêza artêşa Ûkraynayê zêdetir bibe. Wek tê zanîn amerîkîyan bi heman rêbazan ve artêşa Iraqê jî perwerde kiribûn. Wê artêşê hemû çekên di dest xwe de ji DAÎŞ`ê re hişt û revîya".

    Etîketan:
    NATO, DYA, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de