18:39 27 Gulan 2017
Zindî
    Vladimir Bukovski

    Dadgeha Brîtanya problêma opozisyonerê Sovyetî şirovebike

    © Sputnik/ Vitali Belousov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Dadgeha bajarê Brîtanyayê Kembrijê wê roja sêşemê destbi şirovekirna problêma opozisyonerê sovyetî Vladîmîr Bukovski bike.

    Dozgeha Brîtanya Bukovski bi hilberîn û parastîna wêneyên cinsî yên  zarokan tewan bar dike. Nûnera dadgehê Anita Stramskis berya demekê ji ajansa RIA Novosti re ragihand

    ku civîna pêşîn ya dadgehê wê teknîkî be. Plane ku di wê civînê de bê ispatkirin, gelo tewanbar bi naveroka tewanê dizane an na. 

    Di heman demê, Bukovski, ku vî gunehî tam red dike, ragihand ku ew pir nexweşe. Jiber vê yekê, heta niha ne diyare, gelo wê civîna dadgehê lidarkeve an na.

    Bukovski yek ji damezranderê tevgera opozisyonê li Yekitiya Sovyetê ye. Di dema Sovyetê de ew 10 salan hat zindankirin û bi zorê dihat mualecekirin. Sala 1976 hikumeta

    Sovyetî wî bi rêberê komûnistên Çîlî Luis Korvalan guhert û ji wê demê ve li Brîtanya dije.

    Etîketan:
    Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de