15:05 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Sîstema moşekê ya S-400

    Moşekê S-400 çiqas tirsehêz e?

    © Sputnik/ Kirill Kallinikov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2501

    Di hin nivîsên analîstên Amerîkî de bi taybetî di gortara Maykil Koûl (Michael Cole) a di kovara The Diplomat de behsa encamên stratejîk ên gengaz ên girêdayî bi hinartina moşekên S-400 li Çînê tê kirin. Balkêşe ku eksperên biyanî derfetên S-400 bi awayekî aşekere kêmtir destnîşan dikin.

    Karmendê Navenda Analîza Teknolojiyên Stratejîk Vasîlîy Kaşîn  li ser moşekên S-400 gotareke taybet ji bo `Spûtnîk` amade kiriye.

    Di gortara Michael Cole de tê îdîakirin, ku moşek di sînora dûrahiya xwe de dikare tenê li hedefên bê qabîliyeta manewreyê lê bide, ji ber ku, xwedê giravî, enerjiya wî yê bi xwe têra nake ku manewreyan bike. Lê ne wisa ye.  Di pratîka sovyetê û Rûsyayê de dûrahiya dawî ya sîstemên hemû çekan tenê ji bo hedefên bi qabîliyeta manewreyan tê dayîn.  

     Derfeta enerjiyê ya moşekên sovyetê û yên Rûsî her tim ji dûrahiya wî ya destnîşankirî zêdetir e.  Carna ev yek dibe sedema karestaên erjeng jî. Bo nimûne, di sala 2011 de moşekê S-200B ya artêşa Ûkryanayê, ku xwedî dûrahiya 240 km e,  di encamê şaşiya operatorê li balafira rêwiyan a Rûsî TU-154 ket.  Di kêliya avêtina moişekê de balafir  270 km ji moşekavêjê dûr bû. Bê guman, hedef çiqas ji moşekavêjê dûr be, şansa rizgarbûna wê jî ewqas zêdetir be. Lê di sînorên dûrahiya maksîmûmê de jî rizgarbûn wê ne asan be.

    Heta eger moşekavêj di dûrahiya maksîmûmê de tenê li hember hedefên bi leza kêm û yên bê qabîliiyeta manewreyan berhamder be jî, ev yek nayê wê wateyê ku ew bi kêr nayê. Herî kêm, ewê nehêle ku balafirên E-2T ên bi radar, ku  li balafirgehên Tayvanê hatine bicihkirin, bêne bikaranîn.  Her weha hebûna moşekên S-400 pêşiya çûn û hatina balafirên barkêşiyê jî bigre. Di encamê de hinartina çek û cebilxane ji bo giravê Tayvanê wê pir  metirsîdar be. Giravê wê bikeve dorpêça artêşa Çînê e. 

    Yek ji îdîayên Michael Cole jî ew e, ku moşekên S-400 nikarin  bi armanca hicûmê bêne bikaranîn, ji ber ku eger balafirên cengî yên artêşa Çînê êrîşî giravê Tayvanê bikin,  dikarin tûşî wan moşekan bên. Ev argumaneke rast e, lê belê li hember wê jî îtîrazeke giring heye. 

    Tayvan,  xwedî yek ji xurtirîn sîstema Mertala Moşekan a cîhanê ye.  Bi îhtîmaleke mezin,  artêşa Çînê wê hewil bide ku  di destpêka operasyona xwe ya hicûmê de bi alîkariya moşekên xwe yên ballîstîk hedefên sabît tune bike.  Û hebûna moşekên menzîldirêj ên Çînê yên li peravên kendava Tayvanê jî, wê  bikaranîna Hêzên Hewayî yên Tayvanê sînordar bike. Bi îhtîmala mezin, artêşa Çînê wê di qonaxa dawî ya hicûmê de dest bi bikaranîna balafirên xwe yên cengî bike, dema ku sîstema Mertala Moşekan a Tayvanê êdî lewaz bibe û ne rêxistinkirî be. Bi wê cureyî, di qonaxa seretayî ya operasyonê de metirsiya lêdana li balafirên artêşa Çînê wê kêmtir bibe. 

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Çîn û Rêxistina Hevkarîya Şanhayê
    Barak Obama: zagonên aboriya cîhanê gerek ne Çîn, lê Amerîka binivîse
    Rûleta Kosmîk: Çîn yan Hindistan
    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    Etîketan:
    Asya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de