20:23 27 Gulan 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî “Yekşemê” li Amerîkayê ye

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1711

    Biryare roja Yekşema bê, 3 Gulanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi vexwendina fermî ya Serokê Amerîka Barack Obama, serdana wî welatî bike.

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Mari Harf ragihand ku Barzanî wê ligel Barack Obama, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê

    Amerîka Toni Blinken bicive.

    Mari Harf di konferensekî rojnamevanî de ragihand ku ew li hêviyê ne ku Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ligel roja Yekşema bê li Washingtonê be.

    Harf diyar kir jî ku, ji ber ku Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li derve ye, dê Barzanî ligel alîkarê wî Toni Blinken hevdîtinekê pêk bîne.

    Derbarê naveroka civînan de jî, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka aşkere kir ku di civînan de wê alîkariya ku welatê wê dide Herêma Kurdistanê bê

    nirxandin.

    Li gor ku hatiye ragihandin jî, wê serdana Barzanî ya Washingtonê 3 rojan dirêj bike.

    Berî niha jî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihandibû ku, pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê wê yek ji dosyeyên serdana

    Barzanî ya Amerîkayê be, tevî pirsên şerê li dijî DAIŞê, alîkariya Pêşmergeyan û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê.


    Bi heman mijarî:

    Barzanî ligel Talebanî civya
    Hêmîn Hewramî: `Barzanî li gel Obama wê pêşeroja Kudistanê gotûbêj bike`
    Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
    Barzanî: Rêkeftina Dihokê hewla me ya dawî ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Barzanî diçe Amerikayê
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de