23:15 22 Çile 2017
Zindî
    Roma, avahiya Parlementoya Îtalyayê

    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?

    © AFP 2016/ Filippo Monteforte
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 911

    Welatiyên Îtalyayê di nav ragêşiyê de ne. Piştî ku DAÎŞ`ê di înternetê de gefan xwar, ku ewê li Roma û Mîlanê çalakiyên terorîstî li dar bixe, hemû sazî û dezgehên taybet ketin alarmê.

    Selfiyên ku li ber kîlîsye Domê, li ber logotîpa pêşangeha EXPO, Kolezyûmê û heta li ber otobomîlên polîsan hatine kişandin, qet ne dixweşker in. Dema şêniyekî Mîlanê dikeve Twitter`ê û tê de rastî peyamê  tê:

    `Em li kolanên we ne. Me êdî hedefên ji bo demjimêr X destnîşan kiriye`.

    Hêzên ewlekariyê li dû jêderên van peymana ketiye, lê tiştek petda nekiriye. Lê berovajî,  îstîxbarat pir bêhnefire tev digere û te tirê dibêje: `xeman nexwin,  ev tenê peymeke ji jor e, da ku em jibîr nekin, ku em hemû dikarin bibin hedef`. Lê dîsa jî, xuya ye, dilê wan jî ne rehet e.  Lewma jî îstîxbarat terîmeke nû bikar tîne: `cîhada devkî`.  Qaşo, ev hemû propoganda ye.  Lê belê şîroveyê ku pey  wê re tê kirin, qet dilê mirov rehet nake, berovajî, mirov neçar dike ku dema li kolanê dimeşe, li dora xwe mêze bike. Di şîroveyê de tê gotin, `şervanên DAŞ`ê  hewil didin ku layengirên xwe yên li Ewrûpa û Amerîkayê hişyar bikin`.  Ji aliyê din, li înternetê tê ragihandin, ku di wan demên dawî de torên sosyal ên cîhadîstan bi awayekî çalak dest bi komkirina layengiran kiriye.  Di heman demê de tê ragihandin, ku DAÎŞ`ê êdî çendîn car gefan xwariye ku li wê Romayê êrîşên bombeyî pêk bike.

    Heya niha li Romayê sê kes hatine desteserkirin, ku ji bo cîhadê layengir kom dikirin û li ser wan jî belgeyên bi popogandaya cîhadê hebûn.

     Heta Sîlvîyo Berlîskonî jî, ji rewşa han dûr ne ma. Wî ragihand, ku hedefa sereke ya terorîstan ew bi xwe ye. Û derketina xwe ya pêşiya gel yekser kêmtir kir.  Herçend daxuyaniya Berlîskonî wek henek hatibe nirxandin jî, halê şêniyên Mîlanê ne halê henakan e.  Di heman demê de, heta yên ku di demên nêz de  plana rêwîtiya li Mîlanê kiribûn, pirsa han pir cidî digrin.  Raste, di meha sibatê de welatiyên Ewrûpayê gotinên DAÎŞ`ê yên îstîlakirina Ewrûpayê zêde cidî ne digrt, lê niha rewş cudatir e: menzereyên bajêr di selfiyan de pir zelal xuya dibin. 


    Bi heman mijarî:

    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Pentagon- Erdê DAIŞ kêm bûye
    Etîketan:
    Ewrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de