16:22 21 Çile 2017
Zindî
    Rêxistina Hevkarîya Şanhayê

    Rûsya, Çîn û Rêxistina Hevkarîya Şanhayê

    © Sputnik/ Vitaliy Belousov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 501

    Welatên herêmê yên wek Hindistan, Pakîstan, Afganistan, Îran û Tirkîye baleke mezin didine Rêxistina Hevkarîya Şanhayê

    Rûsya û Çîn di cîhana hevdem de modeleke nûjenkirî ava dikin. Bûyerên sala par nîşan didin ku pêwendîyên berê yên di navbera Ewrûpa û Amerîka, Ewrûpa û Rûsyayê hêdî hêdî ji holê radibin. Lê, niha tenê Moskow û Pekîn bi berbiçavkirina guhertinên li cîhanê hewl didin derbazî sîstemeke nû ya pêwendîyan bibin.

    Xebata di çaoveya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê yek ji rêbazên xurtkirina wan pêwendîyan e. Îro di nav Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de hemû mekanîzmayên bi jîyanê ve girêdayî cih digirin: aborî, sîyaset, çand. Ew yek jî ne sosret e, ku bandora wê rêxistinê ji bo hemû welatên herêmê gelek balkêş e. Rêxistina Hevkarîya Şanhayê ne tenê planên pêşerojê amade dike. Îro êdî encamên xebatên hevbeş ên endamên wê rêxistinê li holê ne. Ew yek jî dibe sedem ku gelek welatên din jî dixwazin di nav wê rêxistinê de cih bigirin. Zanyarê ji Înstîtûya Lêkolînên Navneteweyî ya Zanîngeha Dewletê ya Moskowê ya Têkilîyên Navneteweyî Andrey Îvanov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Niha em dibînin ku welatên herêmê yên wek Hindistan, Pakîstan, Afganistan, Îran û Tirkîye baleke mezin didine Rêxistina Hevkarîya Şanhayê. Di civîna dawîyê ya wê rêxistinê ya li Xantî-Mansîskê hatî lidarxistin de, nûnerê Tirkîyeyê jî beşdarî kir. Zanyarên ji sazî û rêxistinên cuda yên bi problematîka welatên endamên Rêxistina Hevkarîya Şanhayê ve mijûl dibin di wê forûmê de beşdarî dikin. Em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Rêxistina Hevkarîya Şanhayê aktoreke giring ê hola navneteweyî ye û nikare neyê berbiçavkirin”.

    Elbet wek her rêxistinekê, Rêxistina Hevkarîya Şanhayê jî lokomotîva xwe heye: Rûsya û Çîn. Aborînasê rûs Vladîmîr Rojankovskîy dibêje ku Pekînê sebreke mezin nîşan da heta ku bibe hevkarê sereke yê Moskowê:

    “Rûsya ji bo Çînê bazara herî destdayî ye. Ji ber ku Amerîka dûr e û Rûsya li kêleka wê ye. Berê Rûsya ji bo Çînê gelek dûr bû. Ji ber ku hemû borîyên petrolê ber bi Rojavayê Ewrûpayê ve hatibûne arestekirin. Çînê jî ew yek fam dikir, ku heta Rûsya gazê bide Ewrûpayê, mafê randevûya ewil her tim wê di destê ewrûpîyan de be”.

    Lê, îro Rûsya û Çîn gelek waran de nêzîkî hev dibin. Wateya wê jî ew e, ku hevkarîya wan roj bi roj wê pêşvetir biçe. Vladîmîr Rojankovskîy wisa berdewam dike:

    “Li bal Çînê arezûyên lêkolînkirina Arktîkayê hene. Çîn xwedî gelheya herî zêde ya cîhanê ye. Rêvebirên Çînê baş tê digehin, ku di pêşerojê de gelheya wan bikaribe pêş ve biçe, hewceyê resûrs û maddeyên xam e. Ji bo Rûsyayê jî bazarên li başûr-rojhilatê Asyayê gelek giring in. Ji bilî firotina çekan, ew bazar di warê enerjîya atomê de jî ji bo Rûsyayê gelek sûdmend e. Di wî warî de bi Hindistan û Îranê re hevkarîyeke berfireh tê meşandin. Wisa dîyar e, ku Çîn jî wê enerjîya atomê ya bi standardên Rûsyayê tercîh bike û dest ji komir û teknolojîyên gemarker berde”.

    Hevkarîya Rûsya û Çînê ya di çarçoveya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de, berdewamîya xwezayî ya hevkarîya dualî ye. Bi saya lihevkirinên dualî, herdu welat di hola navneteweyî de xwedî yek helwestê ne. Welatên endamên Rêxistina Hevkarîya Şanhayê di warê aborî û ewlekarîyê de jî sîyaseteke hevbeş dabîn dikin. Rewşa her yek ji welatên endamên rêxistinê di sîstema navneteweyî de jî xurttir dibe. Rêxistina Hevkarîya Şanhayê sîyaseteke serbixwe dimeşîne. Îspata wê yekê jî ew e, ku daxwaza DYA`yê ya di rêxistinê de beşdarîkirina wek endamê çavdêr bi kubarî hate redkirin.  
     

    Etîketan:
    Tirkîye, Îran, Pakîstan, Hindistan, Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de