09:31 21 Cotmeh 2017
Zindî
    reaktorê Çernobil yê hilweşiyayî

    Perên jibo avakirna qubên Çernobilê hatin misogerkirin

    © Sputnik/ V. Chistyakov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1401

    Perên jibo avakirna sinduqa li ser reaktorê teqyayî li Çernobilê hatin misogerkirin. Li konferansê navnetewî yê welatên –daner li Londonê roja çarşemê 29 Nîsanê 530 ji 615 milyon euro yên pêwîst hatin komkirin.

    Nûnerê Almanyayê ku serokatiya konferans dikir got ku ew bibawere ku perê mane wê di demek nêzîk de bên komkirin, jiber vê yekê problêma para mirov dikare bêje hatiye

    çareserkirin.

    7 welatên pêşeng yên cîhanê 95 milyon euro dan. Komisyona Ewropayê —70 milyon euro. 350 milyon euro Banka ewropî da. Danmark, Austirya, Kuweyt û Brazîl 15 milyon dan.

    Rûsya û çîn soz dan ku pera bidin, lê ne gotin çiqas. Bilindaya sinduqa nuh 100 mitre û nirxê wê 2,1 milyar euro ye. Sindoqa  niha jiber bobelata li Çernobilê di sala 1986-an de

    hat hilweşandin.

    Bi heman mijarî:

    Roviyê Çernobil yê tebax
    Etîketan:
    Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de