05:40 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Sîndzo Abe - Serokwezîrê Japonyayê

    Eksperê rûs: `Serbestiya leşkerî ya Japoniyayê wê gef ji cîhanê bixwe`

    © AP Photo/ Jacquelyn Martin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Serdana serokwezîrê Japonyayê Sîndzo Abe li DYA û meşandina gotûbêjan li ser pirsên berevanî, di doktrîna leşkerî ya Japonya û di hevpeymeniya berevanî ya Tikyo û Waşîngtonê de serdemeke nû vedike.

    Dema ku serokwezîrê Japonyayê gihîşt DYA, nûnerê fermî yê hikumeta Japonî ragihand, ku Sîndzo Abe ji ber grafîka kar a dagirtî wê naçe Moskowê û tevli pîrozbahiya 70-mîn salvegera Serfiraziya li ser Almanyaya Nazî nake.  Balyozê berê yê Rûsyayê li Japonyayê Aleksandr Panov dibêje, ev daxuyanî bû diyariya serokwezîrê Japonyayê ji bo Barak Obama:

    "Abe bi gelek diyariyn ve çû Amerîkayê. Armanca wan duyariyan hemû ji bo xurtkirina peywendiyên bi DYA re ye. Û sedema vê yekê jî tirsa Çînê ye. Amerîka radigihîne ku li ser pirsgirêka giravên Senkakê ewê dê piştgiriya Japonyayê bike.  Lê belê Japonya bi fikare ku DYA dikare nexwaze ku ji ber wan giravan peywendiyên xwe bi Pekînê re xera bike". 

     Panov destnîşan dike ku  Japonya   hewil dide dilsoziya xwe bi DYA`ê nîşan bide û hevpeymaniya xwe ya leşkerî pê re ewqas xurtir bike, da ku eger tiştekî biqewime, DYA êdî nikaribe jê dûr bimîne û piştgiriya wê bike.  Lewma jî Japonya nîşan dide ku ew, hemû telîmatên Waşîngtonê  pêk tîne.  Bo nimûne, telîmata neçûyîna Moskowê. 

    Panov dibêje, diyariyeke din a Abe ji bo Obama jî Hevkariya Trans Asya Pasîfîk e. 

    "Japonya bi awayekî aşkere nîşan dide ku, ew dikare di wan pirsgirêkan de ku dibin astengî li pêşiya îmzekirina wê pertneriyê, tawizên pêwîst bide.  Aşkere ye ku hevkariya han bi giranî li hember Çînê ye. Ji bilî wê, Japonya û DYA beşdarîkirina Banka Asya jî red kir, ku ji aliya Çînê ve hatiye saz kirin. Herçend hevpeyamnên din ên DYA beşdarî tê de kir". 

    Panov dibêje, di vê serdana Abe de pirseka bere bere rakirina madeya 9 a Makeqanûnê jî tê çareserkirin.  Eksperê rûs dibêje, li gor hîn agahiyan,  hikumeta Japonyayê êdî bîryar girtiye ku heya sala 2018-an zemîna guherandina Makeqanûnê amade bike, madeya 9 jî tê de. Panov her weha tekez dike ku parlementoya Japonyayê qanûneke ji bo berevaniya kolektîv jî amade  dike:

    "Ev yek tê wê wateyê ku Japonya bi awayekî radîkal ji rewşa xwe ya sînorkirî derdikeve. Berê  mafê wê hebû ku tenê erdê xwe û qada avê ya li dor xwe biparêze, lê niha wekî ku leşkerên japonî bi serbilindî dibêjin, artêşa Japonyayê wê di qada global de jî tev bigere. Ev yek jî bi xwe re tu    aramiyê nayîne û li wê herêmê pêbaweriya leşkerî xurtir nake.  Bo nimûne, Japonya dixwaze erkê mayînkirina Kendava Hurmuzê hilgire ser xwe, eger ku li wê derê tiştekî biqewime û gef li   ewlekariya enerjî ya Japonyayê bixwe.  An ku fîîlen Japonya dikare têkeve nav şerê Rojhilata Navîn.  Bi kurtayî, Japonya heta di nava hevpeymaniya DYA de jî dadigere li aktoreke leşkerî ya serbest di qada global de.  Ev yek jî dikare pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne".

     Hêjayê bi gotinê ye ku heta amerîkî bi xwe jî, vê metirsiyê fêm dikin.  Bo nimûne, Wall Street Journal a Amerîkî nêrîna Sîndzo Abe ya li ser dîroka peywendiyên Japonya û dewletên Asyayî yên  di yekemîn nîveka sedsala 20-an de,  pir metirsîdar dibîne.   Kovar her weha amaje dike ku helwêsta Abe li ser lêborîna Japonyayê ya ji ber sûcên li hember gelên Asyayê jî ne zelal e. 

    Etîketan:
    DYA, Asya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de