20:15 29 Gulan 2017
Zindî
    Red Army soldiers repulsing a tank assault near Stalingrad

    Doza li hember rastîyê

    © Sputnik/ Zelma
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Ewrûpa dîrokê berovajî dike û bergeheke alternatîv a Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêşnîyar dike

    Xebatên bi rastîyê re barê dîroknasan e. Xebatên li ser rastîyê ji bo sîyasetmedaran jî bezm e. Şîrovekirina bûyerên paşeroja nêzîk hinek caran encamên pêşbînînekirî bi xwe re tînin. Xapandina bedew, pêşana stêrkên amerîkî û xwepêşandanên neo-nazîyan ên li Ewrûpayê bi tevî şîroveyên kirêt ên li ser dîrokê têne derbazkirin.

    Hewldanên ne tenê ji nû ve nivîsandina dîrokê, lê her weha jiholêrakirina qonaxên wê yên ji alîyê mirovan ve hatinî sazkirin jî gelek caran têne dîtin. Spekûlekirina bûyerên Şerê Cîhanê yê Duyemîn û pêşnîyarkirina dîmenên alternatîv yên wan salan ji alîyê ve Hollywood`ê ve baş tê pêkanîn. Di wê rewşê de, fîlmeke bi kalîte dikare dewsa rastîyên dîrokî bigire. Piranîya fîlmên bi xeta sor a zirav, hizreke wisa derdixînin holê, ku tenê bi saya şervanên hevalbendan serkeftin hatîye bidestxistin. Lehengîya gelên Sovyetê jî tenê fona şerê artêşên hevalbend e. Di fîlman de ne tenê behsa tevgerên leşkerî tê kirin. Di fîlma ``The Monuments Men``ê de tê nîşandan, ka amerîkî çawa şaheserên hunera ewrûpî ji leşkerên Artêşa Sor rizgar dikin.

    Her weha behsa wan bûyeran nayê kirin, yên dema balafirên DYA û Brîtanyayê Dresden û Kenîgsberg bombebaran kirin û Churchill jî plana êrişa bombeyên kimyawî li ser bajarên Almanyayê amade dikir. Wisa derdikeve ku di cîhana hevdem de dîrok bi rîya fîlm û romanan tê hînkirin, lê ne bi rîya dersên dîrokî. Medya-eksperê rûs Anton Korobkov-Zemlyanskîy nêrînên xwe yên li ser wê mijarê wisa radigihîne:

    “Nifşa nû wan înformasyonan mezin dibin ên ji sînemayê werdigrin. Fîlma ``Bîjên Bênamûs`` a bergeheke alternatîv a fînala Şerê Cîhanê yê Duyemîn raber dike, yek ji wan nimûneyan e. Berhemên bi wî awayî her sal û bi jimareke mezin têne raberkirin. Gelek caran ew hewldan wek fantazîya rejîsoran jî tê hilsegandin û tê gotin, ku rejîsoran re fantazîkirin nikare bête qedexekirin. Lê, ji alîyê din ve, dema tu tandanseke wisa dibînî ku bi sedan berhemên sînemayê ber bi nêrîneke pendî ve têne arestekirin, nifşên nû yên ji welatên cuda di bin bandora wan bûyeran de dimînin. Di encamê de piranîya amerîkî û ewrûpî niha wisa difikirin ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de rola sereke DYA, Brîtanya û Fransayê lîstine”.

    Yek ji encamên wan nêrînên li ser dîrokê îro li kolanên Ewrûpayê dikare bête dîtin: li Swêdê jimara neo-nazîyan her diçe zêdetir dibe, yunanî jî nêrînên xwe yên tundrew venaşêrin. Doçentê ji beşa entegrasyona Ewrûpayê ya Zanîngeha Dewletê ya Moskowê ya Têkilîyên Navneteweyî Alesandr Tevdoy-Bûrmûlî di wê derbareyê de wisa dibêje:

    “Neo-Nazîzm hêza fîtkirina nefreta etnîkî ye û her weha  hêzeke wisa ye ku çavkanîya xwe ji hêza leşkerî werdigire. Ew tandans di demeke wisa li Ewrûpayê derdikeve holê, ku serdema dijberîya ducemserî ji zû de bi dawî bûye û sîstema sîyasî êdî xitimîye. Ji ber wan sedeman li Ewrûpayê ew beşa baweşîna sîyasî peyda dibe. Ji bo ku dawî li Neo-Nazîzmê bête anîn, gereke gelek guherîn bêne pêkanîn”.

    Lê, her ji ber çi be, li Ewrûpa pêşketî, pirsên bi dîtinê ve girêdayî peyda dibin û hewl didin geşedanên li Lîtvanya û Estonyayê yên wek meşên lejyonerên SS`ê nebînin. Her weha li hember rakirina bîrdarîyên wan kesan jî bêdeng in ên ji bo rizgarkirina cîhanê ji faşîzmê jîyana xwe ji dest danî. Ewrûpa naxwaze bifikire ka belavbûna neo-nazîzmê û tandansên ekstremîst ên radîkal dikare ber bi kû de biçin.

    Etîketan:
    Rûsya, DYA, Ewrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de