05:38 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîsên Amerîkayê

    Bi hezaran amerîkî jibo piştgirtiya Baltîmor xwepêşandan kirin

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1401

    Bi hezaran amerîkî li tevahiya welêt jibo piştgirtiya Baltîmor xwepêşandan kirin.

    Çalakvanan poster û  wêneyên xortê ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin hildan  û bang kirin jibo tekoşîn bi zulma polîsan re bê kirin. Protestvan bibawerin ku jiber Fredi Grey çerm

    reş bû hat kuştin û ev yek gelek caran rûdide.

    Polîsan li New-Yorkê 60 xwepêşander girtin.

    Di heman demê de, li Baltîmorê bêaramî hatiye rawestandin. Jibo vê yekê rêjîma rewşên ewarte hatibû ragihandin.

    Wek tê zanîn ku xortê çerm reş Fredi Grey piştî ji aliyê polîsan ve hat girtin li nexweşxanê mir. Bijîşkan ragihandin ku stûna pişta wî hatibû şikestin. Piştî vê yekê bêaramî li

    bajarê Baltîmor destpêkir.

    Bi heman mijarî:

    Baltîmor a amerîkî di agir de dişewite
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de