18:17 29 Gulan 2017
Zindî
    Rêxistina Hevkarîya Şanhayê

    Rêxistina Hevkarîya Şanhayê: Bergeha ji Moskowê

    © Sputnik/ Vitaliy Belousov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 301

    Armanca Rêxistina Hevkarîya Şanhayê ew e ku di hola navneteweyî de bi yekhelwestî tev bigerin

    Salên 2014-2015`yan dema serokatîya Rûsyayê ya di Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de ye. Moskowê biryar da, ku bala taybet bide li ser pirsên giring û bi taybet jî li ser geşedana rêxistinê ya heta sala 2025`an.

    Erka sereke ya pêşîya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê berfirehkirina hevkarîya di hundurê rêxistinê  de û derbazbûna asta nû ya bi sazîyên din ên wek Hevalbendîya Dewletên Serbixwe, Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîv û ASEAN`ê ye. Rêvebirê klûba bazirganî ya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê Denîs Tûrîn di wê derbareyê de wan zanyarîyan dide:

    “Rûsya dixwaze ji ber zêdebûna tehdîda ekstremîzma îslamî û yên din pêkhateyên ewlekarîya herêma Asya Navîn xurttir bike. Tehdîdeke din jî helwesta ne dostanî ya welatên Rojavayê ye, ku hewl dide li welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Şanhayê tevgerên protestoyî organîze bike. Armanca wan jî guhertina elîta sîyasî û pêşîlêgirtina sazkirina hola aborî-sîyasî ya li Ewrasyayê ye. Ji ber wan sedeman Rûsya dixwaze wan strûktûran bide xurtkirin, ên bi ewlekarîya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê ve mijûl dibin”.

    Gelek analîst dihesibînin ku rola îroyîn a Rêxistina Hevkarîya Şanhayê ji ya roja hatî damezrandin gelek cudatir e. Zanyarê ji Înstîtûya Lêkolînên Navneteweyî ya Zanîngeha Dewletê ya Moskowê ya Tîkilîyên Navneteweyî Andrey Îvanov li ser wê mijarê wisa ragihand:

    “Wateya sazkirina wê rêxistinê ji bo Rûsya, Çîn û hinek welatên Asya Navîn ew bû, ku pêşî li berfirehbûna hola bandorê ya Rojava û DYA`yê bigirin û hevsengekê saz bikin. Lê, niha Rêxistina Hevkarîya Şanhayê hewl nade ku bi Rojavayê re pêşbazîyê  bike û berovajî banga hevkarîyê dike.  Wisa dîyar e ku di mehên havînê de Hindistan û Pakîstan jî wê bibine endamên Rêxistina Hevkarîya Şanhayê. Armanca rêxistinê ew e, ku koordînasyona hewlên aborî-sîyasî dabîn bike ku di hola navneteweyî de bi yekhelwestî tev bigerin”.

    Yek ji armancên Rûsyayê li dijî terorîzmê sazkirina mekanîzmayên nû ye. Strûktûrên antîterorê yên welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Şanhayê gereke asta ewlekarîya welatên endamên rêxistinê bidine bilindkirin. Denîs Tûrîn wisa berdewam dike:

    “Mabest sazkirina strûktûreke herêmî ya antîteror e. Navend wê li Taşkentê be û armanca wê ya sereke pêşîlêgirtina tehdîdên li ser ewlekarîyê ye. Elbet eger Rûsya bikaribe ji bo dabînkirina wê armancê bi endamên din ên rêxistinê re li hev bike, ew ê ji bo tewaya herêmê bibe serkeftineke mezin. Ji ber ku pirsa ewlekarîyê wek berê yek ji problemên giring ên Asya navîn e”.

    Moskow plan dike ku hevkarîya di warê projeyên aborî de jî bide berfirehkirin. Di serî de jî, projeyên li ser transport, enerjî û lêkolînên kosmosê. Famdarîye ku ew plan nikarin di demeke kurt de bêne dabînkirin. Ji ber wê yekê, gereke kadroyên pêşerojê ji îro de bêne amadekirin.

    Etîketan:
    Asya Navîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de