10:13 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Şanda Îran û şanda 5+1

    Problema nukleerî ya Îranê û çarenûsa PBÇN`ê

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 702

    Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî pêşî li arezûyên nukleerî yên gelek welatan digire

    Li NY xebata Konferansa Venêrîna Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî (PBÇN)  destpê kir. Yek ji mijarên sereke yên konferansê, rewşa li dor bernameya nukleerî ya Îranê ye, ku îro faktoreke giring a parastin û teyitkirina  hêza Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî ye.

    Gelo wê civata navneteweyî bikaribe problema nukleerî ya Îranê çareser bike û her weha parastina Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî dabîn bike? Şîroveya sîyasetzan, rojhilatnas Vladîmîr Sajîn a li ser wê mijarê wisa ye:

    “Ew 45 salin Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî belgeyeke  navneteweyî ya giring ya pêşîlêgirtina li cîhanê belavbûna çekên nukleerî ye. Wek tê zanîn Peyman di salên 60`î yên sedsala borî de hatibû amadekirin. Wê demê tenê di dest Yekitîya Sovyetê, DYA, Brîtanya, Fransa û Çînê de çekên nukleerî hebûn.

    Ew welatên navborî bi awayeke fermî wek hêzên nukleerî hatibûne bi navkirin. Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî ji alîyê Civata Giştî ya NY ve di roja 12`ê Hezîrana sala 1968`an de hate pesendkirin û di roja 5`ê Adara sala 1970`yan de kete merîyetê.  Bêguman, Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî pêşî li arezûyên nukleerî yên gelek welatan girt û digire.

    Lê, ji ber wê yekê ku di warê hiquqî de li hember daxwazên navneteweyî de nekevine tengasîyê, Îsraîl, Hindistan û Pakîstanê ew Peyman imza nekirin û Koreya Bakûr jî piştî demekê xwe ji Peymanê vekişand.
    Mixabin, Îro Hindistan, Pakîstan û Koreya Bakûr xwedî çekên nukleerî ne. Her weha, her çend qebûl neke jî, tê îddakirin ku di dest Îsraîlê de jî çekên nukleerî hene. Welatên navborî ji Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî azad in, lê ew nayê wê wateyê ku cîhan li hember wan bêtevger e. Ew welat berê jî û niha jî di bin guşarên moralî, sîyasî û aborî de ne.

    Hemû beşdarên Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî neçar in ku daxwazên peymanê pêk bînin û li hember Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê vekirî bin. Welatên beşdarên Peymanê dikarin di bin kontrola Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê de, ji bo armancên aştîyane bernameyên nukleerî amade bikin û xebatên zanistî pêk bînin. Lê, ji alîyê hinek sîyasetmedaran ve daxwaza pêşîlêgirtina pêşvebirina bernameya nukleerî ya Îranê bi Peymanê re nakokîbar e.

    Lê, gereke bête destnîşankirin ku bernameya nukleerî ya Îranê bêy destûra  Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê hatibû destpêkirin û bi awayeke nepenî dihate meşandin. Bi wî awayî jî Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî hate binpêkirin.

    İran ile nükleer müzakereler
    © REUTERS/ Brendan Smialowski

    Çareserkirina problema nukleerî ya Îranê ji bilî Îranê ji bo welatên din ên têkildar jî giring e, ku rejîma Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî bikaribe bête parastin. Tu guman tune ye, ku eger guftûgoyên Îran û ``koma şeşan`` yên li ser problema nukleerî ya Îranê têk biçin, wê arezûyên gelek welatên wek Erebistana Siûdî, Tirkîye û Misirê ên çêkirina çekên nukleerî gur bibin.

    Konferansa Venêrîna Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî ya li NY tê lidarxistin, careke din nîşan dide ku ji bo parastina Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî,  gereke problema nukleerî ya Îranê bête çareserkirin. Eger guftûgo têk biçin û Peyman bê wate bimîne û mirovahî dikare bibe şahidê karesatên erjeng ên nukleerî”. 

    Etîketan:
    DYA, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de