20:15 29 Gulan 2017
Zindî
    DYA Kapîtolî Waşîngton

    Zanyarên amerîkî: `DYA êdî ne welateke demokratîk e`

    © Sputnik/ Igor Mikhalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 901

    Rojnameya Almanî Deutsche Wirtschafts Nichrichten dinîvîse, ku layengirên herî nêz ên DYA tekez dikin ku, kesên rexne li sîyaseta Amerîkayê dikin, ew xiyanet li `kevitirîn û xurtirîn demokrasiya cîhanê` dikin, lewre, `nirxên rojavayî` xûd di konflîkta DYA û Rûsyayê de têne parastin.

    Di gotara rojnameya Deutsche Wirtschafts Nichrichten  de tê gotin, Rûsya wek `dewletekî faşîst` tê nîşandan û analîzeke objektîv a bûyeran ne mumkin dibe. 

    Lêkolênên herî dawî yên Zankoya Prînstonê  pir bi zelalî aşkere kir, ka sîyasetmedarên Amerîkî  di rastiyê de ji bo berjewendiya kê kar dikin.  Lêkolîner Martîn Gilens û Benjamin Page di lêklînê de gihîştine wê encamê ku `elîtên aborî û komên organîze, ku temsîla berjewendiya aboriyê dikin, bandoreke mezin li ser siyaseta hikumeta DYA dikin`.  Lê komên ku nûnertiya berjewendiya piraniya welatiyên DYA dikin, yan xwedî bandoreke kêm in, yan jî tu bandora wan li ser sîyaseta DYA tune.

    Wekî ku rojnameya Deutsche Wirtschafts Nichrichten amaje dike, lêkolîneran, lêpirsinên raya giştî analîz kir û aşkere kir, ku encamên wan lêpirsînan tu bandor li ser siyasetê nakin.  Lê belê rewşa lêpirsinên li gel elîtên aborî pir cudatir e: hatiye dûpatkirin ku daxwaza wan di encamê de bandor li ser siyaseta misoger a hikumeta DYA dike.

    Li gorî encamên, ku lêkolîner xwe gihandine pê: 

    Herçend, di Makeqanûna DYA de hatiye çespandin, ku nêrîna piraniyê serdest e, lê ev prensîp di pratîkê de nayê sepandin.

    Rojnameya Deutsche Wirtschafts Nichrichten  amaje dike, ku divê encamên vê lêkolînê ji bo Ewrûpiyan bibe sedema endîşeyan. 

    Heyder Ebadî
    © AP Photo/ Jacquelyn Martin

     Di şîroveyan biniya gotarê de xwendekarên rojnameya Almanî jî piştgirrî bi nêrîna zanyarên Amerîkî didin. Bo nimûne, bikarhêner Thomas dinivîse: ` Ewrûpiyên ku bi rexneyî nêzî li DYA dibûn, ji mêj ve vê yekê dizanin, lê niha ew bi zanistî jî hat dûpatkirin. Niha divê Ewrûpî têkevin hereketê`.

    Xwendekarê bi  navê Desî jî piştgiriya wî dike: `Kesên têkildar, ku agahiyên xwe ne tenê ji dezghên sereke yên ragihandinê werdigrin, ev yek ji mêj ve dizanin û bêyî lêkolînên zanistî. Lê, dibe ku ev lêkolîn, wan kesan ku wê yekê nedizanîn, dê hişyar bike`. 


    Bi heman mijarî:

    Amerîka wê balafirên F35 ji Îsrayîlê re bişîne
    Balyozê Amerîka li Îraqê: Me çek ji Hewlêrê re şandin
    Amerîka inisyatîvek beranberî ya `Gazprom` pêşniyarî Yonanistanê amade dike
    Du keştiyên leşkerî yên Amerîka ber bi perava Yemenê ve çûn
    Amerîka wê 17,7milyon dolar wek alîkarî ji Ûkraynê re pêşkêşbik
    Siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn wê bisenekeve
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Barak Obama: zagonên aboriya cîhanê gerek ne Çîn, lê Amerîka binivîse
    Amerîka û Kubayê gotin êdî bes e
    Etîketan:
    DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de