14:48 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Staffan de Mistura

    `Cenêv-3` ket rojevê

    © REUTERS/ Pierre Albouy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2002

    Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Nişimanî ya Mixalefeta Sûriyê ragihand, ku ew, vexwendina Şandeyê Navdewletî yê Taybet a li Sûriyê Staffan De Mistura ya ji bo destpêkirina gotûbêjên nû li Cenêvê bi erênî pêşwazî dikin.

    Biryar hatiye dayîn, ku hevdîtin  wê destpêka meha Gulanê li Cenêvê birêve biçin. Bi wê   mebestê tîma Staffan De Mistura wê bi cuda cuda li gel aliyên mixalefeta Sûriyê û şanda rejîmê bicive. Hevpeymaniya Mixalefetê di daxuyaniya xwe de tekez li ser pêbendmana xwe ya bi nêrîna çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re jî kir.

    Hêjayê bi bîrxistinêye ku  Konferansa Cenêv-1 di 30 Hezîrana sala 2012-an de bi serpereştiya şandeyê navdewletî yê wê demê li Sûriyê Kofi Annan, konferansa Cenêc-2 jî di 22ê Çileya 2014-an de bi serpereştiya şandeyê navdewletî yê taybet ê wê demê Exder Ibrahîmî hatibû li darxistin. Niha jî şandeyê navdewletî yê sêyem bi serpereştiya Sataffan De Mistura hewil dide ku di Konferansa  Cenêv-3 de carek din mixalefet û rejîma Sûriyê li hev bicivîne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Staffan de Mistura, Ewropa, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de