10:10 19 Cotmeh 2017
Zindî
    BM Suriye Özel Temsilcisi Staffan De Mistura

    De Mistura Îranê tîne nav danûstandinan

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1211

    Îran li Sûriyê xwedî bandore û ji ber wê jî wê di danûstandinên Cenêvê de beşdar bibe

    Şandeyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Staffan De Mistura eşkere kir ku Îran jî wê di danûstandinên Cenêvê yên taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê de, beşdar bibe. Staffan De Mistura di kongreyeke rojnamevaniyê de li New Yorkê de ragihand: “Îran a ku ji bo kongreya Cenev yek û du nehatibû vexwendin, li Sûriyê xwedî bandore û ji ber wê jî wê di danûstandinên Cenêvê de beşdar bibe ku biryar e di destpêka meha bê de destpê bikin.” Herwiha De Mistura diyar kir ku, “danûstandinên taybet bi rawestandina şer li bajarê Helebê hîn berdewam dikin.” De Mistura duh ji Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê re got ku ewê di destpêka Gulanê de dest bi gotûbêjan bikin ji bo ku aliyên krîza Sûriyê li Cenêvê bicivin. Şandeyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê bal kişand ku gotûbêjên di meha bê de ne fermî ne û armanc jê ew e ku ew bizanibin aliyên Sûriyê amade ne ji qonaxa gotûpêjan derbasî qonaxa danûstandinên fermî bibin.

    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de