14:49 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Hilarî Klinton

    Clinton û Viyan Dexîl civiyan

    © Sputnik/ Aleksey Alesko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3601

    Berbijêra serokatiya Amerîka pêşwazî li Viyan Dexîl kir û piştgiriya xwe bo kurdên êzdî dupat kir

    Nivîsgeha Parlementera Kurd ya Iraqê Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de, ku kopiyek bo BasNewsê şandiye, ragihand ku, duh 24ê Nîsanê, Hillary Clinton li Washingtonê pêşwazî li Viyan Dexîl kiriye. Di hevdîtinekê de, Dexîl û Clinton behsa rewşa kurdên êzdî yên li cem DAIŞê dîlkirî ne û yên ku rizgar bûne, kirin. Di bermaber de, Hillary Clinton, ku berbijêra serokatiya Amerîka ye, ragihandiye ku ew dê hemû hewlên xwe ji bo rizgarkirina kurdên êzdî yên cem DAIŞê bike. Dema êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser Şingalê, çekdaran hejmarek zêde ji kurdên êzdî revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan ne diyar e.

    Etîketan:
    Waşîngton, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de