11:00 18 Çile 2017
Zindî
    Li bajarê Yemenê  Aden Depoya cebilxaneyê teqiya, Adar  28, 2015

    Kendava Adenê gerim dibe

    © REUTERS/ Nabeel Quaiti
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4502

    Li Kendava Adenê di navbera gemîyên Îran û Erebistana Siûdî de metirsîya pêvçûnan

    Li gor ragihandina ajansa înformasyonê ya îranî `Asr-e Îran` ya ji çavkanîyên ji fermandarîya Hêzên Leşekerî-Deryayî yên DYA`yê hatinî wergirtin, 9 gemîyên leşkerî yên Îranê bi barên çekan ve ber bi Yemenê ve bi rê ketin. DYA îda dike, ku eger ew çek ji bo husîyên li Yemenê têne birin û eger gemîyên îranî derbazî di nav avên Yemenê bibin, fîloyên Erebistana Siûdî û Îranê dikarin rast hev bên û pêvçûn derkevin.

    Gelo ew înformasyon çiqas rast e? Rawêjkarê serokê meclîsa Îranê yê têkilîyên navneteweyî Husseyn Şeyxulîslam pozîsyona fermî ya desthilata Îranê ji Spûtnîk Persianê re vegot:

    “Ji alîyê Erebistana Siûdîyê ve bombebarankirina Yemenê ji destpêkê heta niha di  çapemenîya Rojavayê de bi berfirehî cih digire. Armanca wan ew e, ku Îranê kaşî di nav konflîkta li Yemenê bikin. Îran bi tu awayî di nav Yemenê de destêwerdanîyê nake. Me ne çek şandine û ne jî leşkerên xwe. Ew daxuyanîyên bi wî awayî, yên derbarê ji alîyê Îranê ve ji bo husîyan şandina çekan, ji alîyê DYA, rejîma sîyonîst û Erebistana Siûdîyê ve bi zanebûn têne belavkirin. Ew hêz dixwazin tekoşîna gelê Yemenê ya ji bo azadî û serxwebûnê têk bibin û bifetisînin. Gelê Yemenê dikare bêy destêwerdana hêzên bîyanî pêşeroja welatê xwe kifş bike”.

    Yemen piştî êrîşên hewayî
    © REUTERS/ Khaled Abdullah

    Sîyasetzan û eksperê li ser Rojhilata Navîn ê îranî, redaktorê Ajansa Nûçeyan MehrNews`ê Hesen Xanîzade ber bi Kendava Omanê ve şandina gemîyên îranî ne derewand:

    “Ew çend salin gemîyên Îranê li Derya Sor, li kendavên Oman û Adenê digerin. Ji ber wê yekê ku korsanên deryayî her tim li kendava Bab-el-Mandebê êrişan pêk tînin, Îranê ji bo dabînkirina ewlekarîya gemîyên xwe yên bazirganî, gemîyên leşkerî ber bi kendavê ve şand. Gemîyên leşkerî yên Îranê gelek caran gemîyên bi alên bîyanî jî rizgar kirine û tu caran yasayên bi avên neytral ve girêdayê binpê nekirine. Wek Brîtanya, Fransa û hinek dewletên din gemîyên Îranê jî li wan deveran hene. Îranê heta niha ji tu alîyên konflîkta li Yemenê re çek ne şandine û naşîne jî. Îranê plana xwe ya çareserkirina konflîkta li Yemenê pêşnîyar kir û ji bo venêrînê ji NY re raber kir. DYA hewl dide, ku Îranê wisa nîşan bide ku heşku ji husîyan re alîkarîya çekan dike. Lê, her kes baş dizane, ku armancên Îranê yên bi wî awayî tune ne”.

    Em bi bîr bînin, ku DYA`yê şeva çarşemê gemîya xwe ya balafiran Theodore Roosevelt û kruvazora Normandy`ê ber bi deravên Yemenê ve şandin. Gelo tiştên ku DYA`yê li avên Yemenê endîşedar dike çi ne?
    Eksperê problemên sîyaseta navneteweyî û welatên Rojhilata Navîn, endamê komîsyona bergirîyê ya Meclîsa Îranê Sabah Zangan di wê derbareyê de wisa ragihand.

    “DYA her tim li wan welatan destêwerdanîyê dike, yên  konflîkta leşkerî lê heyî, xwîn tê rijandin û mirovên bêguneh têne kuştin. DYA bi bahaneya şerê li dijî “El-Qaîde”yê bi balafirên bêpîlot ve çend herêmên Yemenê bombebaran kir. Di encamê wan êrişan de tenê kesên sivîl hatin kuştin. Niha jî fîloya xwe ber bi herêmê ve dişîne. Em ê careke din bibine şahidê tawanbarîyên li dijî mirovahîyê yên hêzên leşkerî yên DYA`yê. Armanca wan ew e, ku nefta Yemenê kontrol bikin”.

    Ew êdî çend rojin, ku Erebistana Siûdî hola hewayî ya Yemenê girtîye. Welatên di nav koalîsyona ereb de cih digirin jî ji alîyê kendava Adenê ve paytextê Yemenê dorpêç dikin. Hesen Xanîzade dibêje, ku Erebistana Siûdî bi awayeke cidî hiquqa navneteweyî binpê dike:

    “Ew êdî li dora mehekê ye ku balafirên şer ên Erebistana Siûdî li Yemenê kesên sivîl bombebaran dikin. Lê, her ji bo çi be, NY bêdeng e. DYA jî alîkarîya leşkerî dide Erebistana Siûdîyê. Ew tevger binpêkirina hiquqa navneteweyî û rêziknameya NY ne. Girtina hola hewayî ya Yemenê binpêkirina serwerîya wî welatî ye, ku ew jî endamê NY ye. Erebistana Siûdîyê gereke hisabê wan tawanan li Dadgeha Navneteweyî de bide”.

    Etîketan:
    Erebistana Siûdî, Yemen, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de