06:57 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Buşehr Nükleer Santrali

    Hevkarîya Nukleerî ya Rûsya û Îranê: Bûşer-2

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1611

    Piştî 10 salên din Îran wê bibe xwedîyê reaktorên nukleerî yên enerjîya bi hêza 3000 Megavatt

    Roja 22`ê Nîsanê cîgirê serokê `Rosatom`ê Nîkolay Spasskîy gihişte Tehranê ku bi cîgirê serokê Rêxistina Enerjîya Nukleerî ya Îranê Behrûz Kemalvandî re mijara dabînkirina lihevkirina derbarê sazkirina blokên enerjîyê yên duyemîn û sêyemîn ên Îstgeha Enerjîya Atomê ya li bajarê Bûşerê gotûbêj bike. Hevkarîya nukleerî ya Rûsya û Îranê xwedî perspektîvên çawa nin?

    Şîroveya Vladîmîr Sajîn a li ser wê mijarê wisa ye.

    Armanca serdana birêz Spasskîy ya Îranê ji bo dabînkirina lihevkirina 8 blokên enerjîyê yên îstgeha enerjîya atomê ye, ku di roja 11`ê Mijdara sala 2014`yan de li Moskowê di navbera serokê `Rosatom`ê Sergey Kîrîyenko û serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê Alî Ekber Salihî de hatibû imzakirin. Em bi bîr bînin, ku li gor lihevkirinê, gereke 4 blokên enerjîyê li Bûşerê û 4 jî li herêmeke din bêne avakirin. Di destpêkê de wê li ``Bûşer``ê 2 blok bêne avakirin û paşê 2 blokên din wê lê bêne zêdekirin.

    İran ile nükleer müzakereler
    © REUTERS/ Brendan Smialowski

    Li gor destnîşankirina Behrûz Kemalvandî, di hevdîtinên bi Nîkolay Spasskî re wê pirsên hevkarîya di warê avakirina blokên enerjîyê yên nû yên li ``Bûşer``ê bêne gotûbêjkirin. Tê plankirin, ku avakirina wan blokan sala li pêş bête destpêkirin.

    Avakirina bloka enerjîyê ya duyemîn a li `Bûşer``ê wê 8 salan berdewam bike. Piştî du salên destpêkirina bloka duyemîn, Rûsya wê dest bi avakirina bloka sêyemîn bike û ew jî wê 8 salan berdewam bike. Ango, piştî 10 salên din Îran wê bibe xwedîyê reaktorên nukleerî yên bi enerjîya bi hêza 3000 Megavatt.

    Dijberên nukleerî yên Îranê her tim dibêjin, ji bo çi ji welatê dewlemendê neft û gazê re enerjîya nukleerî pêwist e? Bersîva wê pirsê gelek sal berî niha ji alîyê kimyagerê rûs ê navdar, sazkarê sîstema perîyodîk a elementan Dmîtrîy Mendeleyev ve hatîye dayîn: "Neft û gaz gereke ne ji bo hilberandina enerjîya elektrîkê ya bi rîya sotinê bête bikaranîn, lê ji bo hewceyîyên kimyayê  û ji bo sazkirina materyalên sentetîk". 

    Sîyasetzanê rûs Vladîmîr Yevseyev li ser wê mijarê wan zanyarîyan dide:

    "Îstgehên enerjîya atomê li 30 welatên cîhanê hene. Li DYA`yê 104 reaktor hene û ji %20`ê pêwistîyên enerjîya elektrîkê dabîn dike. Li Fransayê jî ji %75 pêwistîyên elektrîkê bi îstgehên enerjîya atomê ve tê dabînkirin. Li gelek welatan para enerjîya elektrîkê ya bi rîya îstgehên enerjîya atomê ve têne bidestxistin ji %20 heta ji %60`an e.  Ji alîyê Îranê ve sazkirina binesazîya enerjîya atomê kareke gelek sûdmend e. Bi saya wê yekê dikarin berhemên bi teknolojîya bilind hilberînin".

    Hêjayê bi destnîşankirinê ye ku li Bûşerê wê 2 blokên enerjîyê yên nifşa nû 3+ bêne avakirin, ku xwedî hemû sîstemên dabînkirina ewlekarîyê ne. Avakirina blokên enerjîyê wê di bin kontrola xurt a Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê de bêne meşandin. Sotemenîya nukleerî ya ji bo îstgeha enerjîya atomê ya Bûşerê wê heta hetayê ji alîyê Rûsyayê ve bête dabînkirin. Sotemenîya hatî hilberandin wê ji bo Rûsyayê bête vegerandin û parastin. Teknolojîya di avakirina blokên enerjîyê de tê bikaranîn, bi tu awayî nikarin ji bo armancên leşkerî bêne bikaranîn.

    Hevkarîya Rûsya û Îranê ya di warê enerjîya nukleerî  de xwedî perspektîvên mezin e. Gelek kompanyayên mezin û piçûk ên herdu welatan jî wê di pêvajoya sazkirina binesazîya nukleerî de sûdê werbigrin. Ew yek jî wê awayeke erênî bandorê li atmosfera bazirganîyê bike û bibe hola startê ya pêşketina têkilîyên aborî-bazirganî yên di navbera Rûsya û Îranê de.

    Bi heman mijarî:

    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    Îran amadekarîyên rabûna ambargoyan dike
    Etîketan:
    Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de