15:52 26 Îlon 2017
Zindî
    Afganistan-Taliban

    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin

    © AFP 2017/ Arşiv
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1701

    DAÎŞ`ê bang li layengirên xwe kir ku ne tenê li hember hêzên ewlekarîyê yên Pakîstan û Afganistanê, lê her weha li dijî Talîban û ``El-Qaîde``yê jî şer bikin

    Çapemenîya Pakîstanê anegorê zanyarîyên ji istixbarata Afganistanê bi dest xistinî ragihand, ku DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin. Di navbera herdu rêxistinan de berê jî pêşbazî hebû, lê ew pêşbazî dikare vegere şereke berfireh.

    Terorîstên DAÎŞ`ê cara yekem di sala 2014`yan de li Afganistanê peyda bûn. Çekdarên ji Talîbanê nerazî tev li DAÎŞ`ê bûn û hinek fermandaran jî sonda girêdayîbûna `Xelîfe` xwarin. Dijberîya herdu rêxistinan roja 26`ê Kanûnê destpê kir, dema daxuyanîya nûnerê fermî yê DAÎŞ`ê Ebû Mûhammed el-Ednanî di malperên civakî de hate weşandin û ji alîyê tevgera Talîbanê ve bi tundî hate rexnekirin.
    Di wê daxuyanîyê de dihate gotin, ku ``leşkerên xelîfetê`` ji bo damezrandina `vîlayeta Xorasanê`` hemû daxwaz bi cih anîne û sonda girêdayîbûna Ebûbekir el-Bexdadî xwarine``. Beşeke dîrokî ya Xorasana Mezin li Afganistan û Pakîstanê ye.

    Çalakîyên dawîyê yên endamên DAÎŞ`ê bû sedemê bertekên hişk ên ``El-Qaîde`` û Talîbanê. Eksper dihesibînin ku nûnerên ``Xelîfet``ê bang li layengirên xwe kirin ku ne tenê li hember hêzên ewlekarîyê yên Pakîstan û Afganistanê, lê her weha li dijî Talîban û ``El-Qaîde``yê jî şer bikin. DAÎŞ bang dike ku îtîrafê li Ebûbekir el-Bexdadî bînin, lê fermandarên Talîbanê nikarin bersîva wê bangê bidin. Ji ber ku wan di sala 1996`an de Molla Omer wek ``emîrê hemû musulmanan`` îlan kiribû.

    Di nav musulmanên radîkal de ``enternasyonala îslamî`` tune ye û ola hevbeş ji yekitîyê zêdetir wan ji hev dûr dixe û perçe dike. Ji bo nimûne DAÎŞ û ``El-Qaîde`` bawerîya xwe bi wehabîzmê tînin, ku di heman demê de bîrdozîya fermî ya Erebistana Siûdîyê ye jî. Lê, damezrînerê ``El-Qaîde``yê Usame Bîn Ladîn di dema xwe de rejîma siûdîyê wek ``xwefiroş`` û ``bênamûs`` bi nav kir û wehabîyên di nav rêxistina wî de jî, tewaya siûdîyan wek dijmin îlan kirin. Îro koalîsyona bi serkêşîya Erebistana Siûdî li Yemenê bi tevî husîyên sunnî, çekdarên wehabî yên ``El-Qaîde``yê jî bombebaran dikin.

    Pêvçûna ewil ya di navbera rêxistinên terorîst de di meha Sibatê de pêk hat, dema fermandarê navdar ê Talîbanê Abdûl Ganî li parêzgeha Logarê ya Afganistanê ji alîyê çekdarên DAÎŞ`ê ve hate kuştin. Piştî çend rojên din li parêzgeha Zabûlê pêvçûnên di navbera herdu rêxistinan de dîsa destpê kirin. Di roja şemîya borî de li Celalabada Afganistanê li ber bankayekê di nav koma mirovan de teqînek hate pêkanîn û di encamê de 35 kes hatin kuştin û 125 kes jî birîndar bûn. Piştî wê bûyerê teqîneke din jî hate pêkanîn û di encamê de mirovekê jîyana xwe ji dest da. Talîbanê demildest ragihand, ku tu têkilîya wan bi wan teqînan ve tune ye û wan bûyeran şermezar dikin. Piştî wê, Talîbanê 3 polîs kuştin û 19 pisporên ku herêma li rojhilata welêt ji mayînan paqij dikirin dîl girtin. Eksperê ji Înstîtûya Rojhilatnasîyê ya Akademîya Zanistê ya Rûsyayê Omar Nessar got, ku ``Dijberîya di navbera herdu rêxistinan de ji zû de destpê kirîye. Lê, ji ber wê yekê ku ew dijberî destê Kabûlê xurt dike, Talîban naxwaze dijberîyê pêş de bibe``. Eksper destnîşan dike, ku konflîkta di navbera herdu rêxistinan de, zû ya dereng wê derbazî faza gerim bibe. Li gor gotinên Nessar, momenteke din jî ya giring ya bi wan bûyeran ve girêdayî ew e, ku rêxistina ``Tevgera îslamî ya Ûzbekistanê`` jî tev li DAÎŞ`ê bû. DAÎŞ ji ber têranekirina hêza pêwist, vê gavê naxwaze li herêmê konflîkta bi Talîbanê re gur bike. Lê, di demên nêz de konflîkteke leşkerî ya di navbera herdu rêxistinan de jênerevîn e.

    Gereke ew yek jî bête berbiçavkirin, ku layengirên DAÎŞ`ê yên li Afganistan û Pakistanê hem bi form û hem jî bi çalakîyên xwe ve naşibine hevalbendên xwe yên îdeolojîk ên li Iraq û Sûrîyeyê. Her çend hinek ji wan girêdayîbûna xwe ya ji bo El-Bexdadî ragihandibin jî, El-Bexdadî bi xwe derbarê planên xwe yên li ser wê herêmê hêj tu daxuyanî nedane. Li gor nêrîna Omar Nessar, perspektîvên konflîkta di navbera Talîban û DAÎŞ`ê de heta astekê bi guftûgoyên di navbera hikûmeta Afganistan û Talîbanê ve girêdayî ye. Li gor gotinên Nessar, eger piştî guftûgoyan çend lîderên Talîbanê di nav rêvebirîya Kabûlê de cih bigirin, ew ê bibe sedemê nerazîbûna gelek endamên Talîbanê û wê berê xwe bidine refên DAÎŞ`ê. Eger wisa be, Talîban wê di nav ``xelîfetê`` de bihele û ji holê rabe.

    Etîketan:
    DAÎŞ, Talîban, Afganîstan, Pakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de