20:24 27 Gulan 2017
Zindî
    Koçberên qaçax

    Yekîtiya Ewropayê derbarê koçberên neyasayî de dicive

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 701

    Rayedarên Yekîtiya Ewropayê îro civîneke awarte derbarê pirsa koçberên neyasayî de li Brukselê lidardixin û tê gotin ku ewê derbarê pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî qaçaxçiyên mirovan li Lîbyayê gotûbêj bikin.

    Li gor ajansa AP, rayedarên Yekîtiya Ewropayê wê di civîna xwe ya îro de pêşniyarekê gotûbêj bikin ku daxwaz dike operasyoneke leşkerî li dijî kesên ku qaçaxçîtiyê bi mirovan

    dikin, pêk bîne.

    Hat gotin ku ew pêşniyar diyar dike ku pêwîst e gemiyên ku ji bo veguhestina koçberan tên bikaranîn, berî ku ji aliyê qaçaxçiyan ve bên bi kara anîn, werin eşkerekirin û

    têkbirin.

    Piştî ku roja yekşemê ya borî zêdetirî 800 koçberî li nêzîk peravên Îtalyayê di Deryaya Spî de xeniqîn, ev civîn tê lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Karesata koçberan: Bi sedan kes fetisîn
    Etîketan:
    Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de