20:25 27 Gulan 2017
Zindî
    Ebu Bekir El Bexdadî

    Biryara DAIŞê niha di destê de ye?

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Rojnameyeke Brîtanî eşkere dike ku xelîfeyê DAIŞê, Ebû Bekir Bexdadî bi giranî birîndar bûye û êdî biryara rêxistinê bi temamî ne di destê wî de ye

    Li gora rojnameya Gardiyan, çavkaniyên ji nava DAIŞê ku ew weke taybet bi nav kiriye, diyar dikin ku Bexdadî di meha Adarê de li rojavayê Mûsilê bi giranî birîndar bûye.

    Bi gotina çavkaniyê, birîna Bexdadî hinekî hatiye dermankirin, lê ew hîna jî nikare karûbarên DAIŞê yên rojane birêve bibe. Rojnameya Brîtanî balê dikşîne ku piştî birîndarbûna Bexdadî, serkirdeyên DAIŞê civîneke awarte li dar xistine û pilanên diyarkirina serkirdeyekî nû danîne. Li gora heman rojnameyê, dîplomatekî rojavayî û şêwirmendekî iraqî jê re pişrast kirine ku Bexdadî di encama êrişeke balafirên hevpeymaniyê de roja 18ê Adarê li navçeya Behac ya ser bi parêzgeha Mûsilê ve birîndar bûye. Dîplomatê rojavayî eşkere dike ku balafirên hevpeymaniyê di 18ê Adarê de 3 otombîlên çekdarên DAIŞê navbera gundê Um Elrûs û Keran yê ser bi nahyeya Behacê kirin armanc ku di encam de Bexdadî birîndar bû û 3 serkirdeyên din yên DAIŞê hatin kuştin. Pentagonê herî dawî duh ragihand ku ew bawer nakin ku Bexdadî di encama êrişa balafirên hevpeymaniyê de birîndar bibû.Rûdaw

    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de