11:25 23 Çile 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    DAIŞê 5 dîl gulebaran kirin

    © AP Photo/ albaraka_news, File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Ew leşker bi fermana Dadgeha Şerî ya DAIŞê li Mûsilê hatin kuştin.

    Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ) 5 kes li Mûsilê gulebaran kirin, piştî ku ew ji 10 Hizêrana 2014 ve bi dîlî girtibûn. Çavkaniyeke emnî ji Mûsilê ku nexwest navê wê bê eşkerekirin ji BasNews re ragihand ku: “Îro 22 Nîsanê 5 lêşkerên Artêşa Iraqê ku berî DAIŞê Mûsilê dagîr bike, wan li wî bajarî erkê xwe dikirin, li devera (Bab Eltob) li navenda Mûsilê  ji aliyê çekdarên DAIŞê ve  hatin gulebaran kirin”. Herwiha wê çavkaniyê tekez kir ku, ew leşker piştî fermana Dadgeha Şerî ya DAIŞê bi tuhmeta têkiliya wan li gel Hikûmeta Iraqê hatin kuştin û termên wan radestî rêveberiya (Eltub Eledlî) li Mûsilê kirin.

    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de