01:15 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Yemen opêrasyona hêzên hewayî

    Li Yemenê ``Bahoza bi biryar`` bêdeng bû

    © AP Photo/ Hani Mohammed
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 301

    Li Yemenê niha jî operasyona `Vejandina Hêvîyan`` destpê dike

    Roja 26`ê Adarê Erebistana Siûdî bi tevî hevalbendên xwe dest bi operasyona hewayî ya bi navê `Bahoza bi biryar`` kirin. Armanca wê operasyonê, tunekirina kom, kamp, teknîka leşkerî û binesazîyên husîyan ên li Yemenê bûn. Êvara roja sêşemê desthilata Erebistana Siûdî ragihand, ku dawî li wê operasyonê anîne.

    Niha jî operasyoneke din a bi navê `vejandina hêvîyan` destpê dike. Armanca wê operasyonê jî parastina kesên sivîl, tekoşîna li dijî terorîzmê û çareserîya sîyasî ya li Yemenê ye. Hêzên koalîsyonê alîkarîyê ji hêzên gel ên berxwedanê yên li bajarên cuda re dişînin.

    Li gor ragihandina wezareta bergirîyê ya Erebistana Siûdî, bi saya lêdanên ji hewa, çek û teknîka giran û roketên balîstîk ên ji alîyê husîyan ve hatibûne bidestxistin hatin tunekirin.
    Balafirên koalîsyonê ji %80 depoyên çekan ên husîyan tune kirin. Ji fermandarîya koalîsyonê hate ragihandin, ku piranîya objeyên di bin kontrola serhildêran de hatine tunekirin.

    Ji destpêka êrişên hewayî heta roja dawîya operasyonê 40 kesan jîyana xwe ji dest dan. Piranîya wan, kesên sivîl in û tu têkildarîya wan bi husî û komên çekdar ên layengirên serokê niha yê Yemenê Abd Rabbo Mansûr Hadî re tune ye. Her weha bi dehan kes jî di encamê êrişan de birîndar bûn. Êrişa ewil li parêzgeha Îbbê hate kirin û çend otomobîlên li ser pirê hatin tunekirin. Di encamê de li dora 20 kesan jîyana xwe ji dest dan. Êrişa duyemîn li ser gundê Haradê ya li ser sînorên Yemen û Erebistana Siûdîyê hate pêkanîn. Di encama wê êrişê de jî 15 kesên sivîl û 7 leşkeran jîyana xwe ji dest dan.

    Roja 20`ê Nîsanê di encamê êrişa hewayî de depoya bi alîkarîya humanîêter hilweşîya. Derbarê wê yekê de Rêxistinên Yekbûyî yên Navneteweyî Oxfamê ragihand. Li gor daneyên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî, jimara cangorîyên konflîkta li Yemenê di dawîya meha Adarê de 944 kes bûn. Her weha 3487 kes jî birîndar bûne. Lê, jimara reel dikare ji wan daneyan gelek zêdetir be.

    Etîketan:
    Afrîka, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de