10:59 18 Çile 2017
Zindî
    Koçberên qaçax

    Miriyên bûyera Deryaya Spî 800 kes in

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1201

    Berdevka Komîsyona Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî li Îtalyayê, Karlota Samy eşkere kir ku hejmara kesên ku di encamê binavbûna gemiyê de jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 800 kesî.

    Komîsyona penaberan ew hejmara qurbaniyan bi rêya her 27 kesên ku rizgar bûne û gihiştine bendava Katanya li Sikilyayê, piştrast kiriye.

    Li aliyê din, dozgeriya giştî ya Îtalyayê, kaptan û yek ji taxmê gemiyê ku ji bûyerê rizgar bûne, bi  bazirganiyê bi mirovan tomat bar kir.

    Hat gotin ku kaptan hemwelatiyê Tûnisê ye û kesê din jî xelkê Sûriyê ye.

    Alîkarê Dozgerê Giştî yê Îtalyayê, Roko Ligory diyar kir ku kaptanê gemiyê herwiha bi xemsariya ku ji ber wê bi sedan kes bûne qurbanî, hatiye tometbarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Karesata koçberan: Bi sedan kes fetisîn
    Etîketan:
    Derya Spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de