07:58 25 Gulan 2017
Zindî
    Gemîya li Derya Spî noqî bûyî

    YE`yê banga civîna awarte ya li ser pirsên penaberîya neyasayî kir

    © AP Photo/ Lino Azzopardi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 401

    Ewrûpa wê rast bi encamên tevgerên xwe were


    Bi dehan gemîyên rizgarkirinê di lêgerîna kesên li deravên Lîbyayî winda bûnî de beşdarîyê dikin.

    Trajedî bû sedemê banga civîna awarte a li ser pirsên pebanerîya nelegal û di civînê de wê stratejîya nû ya penaberîyê bête kifşkirin. Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Rentsî bang li welatên YE`yê kir, ku pêngavên bi biryar bavêjin û got, ku ``Ewrûpa gereke xemgînîya xwe ya ji ber wê trajedîyê nîşan bide. Gereke em cangorîyên wê trajedîyê wek statîstîk nebînin, di encamê mirovan jîyana xwe ji dest dan``.

    Krîza penaberîyê ya li Derya Spî, ya ji destpêka şerê navxweyî yê li Lîbyayê ya di sala 2011`yan de destpê kir, gelek kûr bû ye. Jimara kesên ku ji Bakûrê Afrîkayê hewl didin xwe bigihînin Ewrûpayê bi 6 caran ve zêdetir bûye û gihaştîye 42 hezar kesan. Jimara cangorîyan jî zêdetir bûye û heta niha gihaştîye 1500 kesan.

    Wek tê zanîn Îtalyayê jî piştgirî dabû operasyona leşkerî ya NATO`yê ya li Lîbyayê. Serokê Partîya Demokrat Pyer Lûîcî Bersanî wê demê wisa ragihandibû:`` Li Rojhilata Navîn xweşewitandina ciwanekê tekoşîna ji bo azadîyê provoke kir. Îtalya nikare xwe ji berpirsîyarîyê dûr bigire. NY biryarname pejirand, ku ji Qeddafî re bibine asteng ku welatîyên xwe nekuje``.

    Serokê Fona transnasyonal a Aştî û Lêkolînên Pêşerojê Yan Oberg destnîşan kir ku Ewrûpa wê rast bi encamên tevgerên xwe were û wisa got: ``Ji peydabûna her penaberekê tawanbarî ya bazirganîya çekan e. Şer aborîyê paş ve dibe û ji revê zêdetir li pêşîya mirovan tu rîyên din nahêle. Mirov ne ji bo jîyaneke baştir terka welatên xwe dikin, ew ji dojehê direvin. Dema şer destpê dike, humanîzm winda dibe. Ew yek ji bo Ewrûpayê ne baş e. Êrişên ji hewa û hewldanên tunekirina mirovan nikarin tu tiştî çareser bikin. Her tişt vedigere û nefret û terorîzmê provoke dike. Niha jî problema penaberîyê serî hilda ye. Eger civata navneteweyî di dewsa bazirganîya çekan de ji bo çareserkirina probleman tev bigerîya, hem wê problemên aborî bihatana çareserkirin û hem jî jîyana mirovan wê bihata rizgarkirin``.

    Etîketan:
    Ewrûpa, Derya Spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de