20:15 29 Gulan 2017
Zindî
    Keştiya NATO

    DYA gemîyên şer dişîne Kendava Adenê

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Tevgerên Rojavayê yên li Adenê wê bandoreke çawa li herêmê bike?


    Berdewkê Pentagonê Steve Warren ragihand, ku gemîyeke balafiran û gemîyeke şer a DYA`yê ber bi Yemenê bi rê ket. Di daxuyanîyê de sedemê şandina hêzên zêde wek `rewşa nearam` a li Yemenê tê destnîşankirin.

    Gelo bi wan rêbazan ve krîza li Yemenê dikare bête çareserkirin? Pêngavên bi wî awayî rewşa xerab a li kendava Adenê aloztir nake? Ew geşedan li Enqereyê çawa têne nirxandin?
    Serokê Bernameyên Navneteweyî yên Înstîtûya Sîyaseta Derve, balyozê malnişîn Oktay Aksoy li ser wê mijarê ji Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re wisa axivî:
    ``Çi li Yemenê çi li hinek welatên din ên herêmê ji bo kêmkirina rageşîyan hinek mudaxale hatin kirin. Lê, heta niha serkeftin ne hatîye bidestxistin. Tirkîye jî wek DYA`yê piştgirîyê dide mudaxaleya Erebistana Siûdîyê ya dabînkirina aramîya li Yemenê.

    Wek tê zanîn serokkomarê Tirkîyeyê di dema serdana Îranê de pêşnîyar kir, ku ji bo rakirina rageşîya di navbera sunnî û şiîyan û her weha ji bo dabînkirina aramîya li herêmê navbeynkarîyê bikin. Lê ji wê tiştek derneket.

    DYA û welatên din ên Rojavayê li herêmê ne, ji ber ku li wê derê berjewendîyên wan hene. Naxwazin ku astengî li pêşîya bazirganîya wan a li herêmê derkevin. DYA dibe ku gemîyan ne ji mudaxaleya rasterast, lê ji bo wê yekê ber bi kendava Adenê ve dişîne ku nîşan bide ku li wê derê ne û li pişt Erebistana Siûdîyê ne``.

    Parlamenterê Partîya Komarî ya Gel Farûk Logoglû jî mudaxaleya gengaz a Rojava û Tirkîyeyê ya li Yemenê wisa dinirxîne:

    ``Xwezî Tirkîye, Îran, Misir û Erebistana Siûdî bikaribana helwestên xwe bikin yek û krîza li Yemenê bêy bikaranîna çekan çareser bikin. Ez wisa nafikirim, ku Tirkîye ji destaka lojîstîk zêdetir alîkarîya Yemenê nake. Her weha ez hêvî dikim ku Tirkîye ji desteka lojîstîk zêdetir gavên din neavêje û mudaxaleyê neke. Ji ber ku ewê gelek şaş û xeter be. Ez her weha ne li bendê me ku NATO`jî mudaxaleyê bike. Eger NATO bêy biryara Civata Ewlekarîyê ya NY mudaxaleyê bike, ewê hem dawîya xwe û hem jî ya Yemenê bîne``.

    Etîketan:
    Kendava Adenê, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de