18:09 29 Gulan 2017
Zindî
    Frank Walter Ştaynmayer

    Frank Walter Ştaynmayer: Gereke Rûsya vegere G8`ê

    © REUTERS/ Clemens Bilan/Pool
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 2901

    Aqlê selîm wê ser bikeve?

    Li Lûbeka Almanyayê civîna wezîrên karên derve yên welatên G7`ê hate lidarxistin. Di wî civînê de wezîran amadekarîya hevdîtina serokdewletên xwe ya meha Hezîranê pêk anîn. Di dawîya civînê de wezîrê karên derve yê Almanyayê Frank Valter Ştaynmayer ragihand, ku gereke Rûsya vegere G8`ê û îzolekirina Rûsyayê ne di berjewendîyên welatên wê komê de ye. Gelo wezîrê karên derve yê Almanyayê çima pêwistî bi wê daxuyanîyê dît?

    Wezîran rewşa giran a li Rojhilata navîn gotûbêj kirin. Bi taybet jî şerê li dijî DAÎŞ`ê, rewşa giştî ya li Iraq û Sûrîyeyê, krîza li Yemenê û rewşa li Ûkraynayê. Biryara Civata Ewlekarîyê ya NY ya ji Yemenê re qedexekirina çekan bû sedemê bêhnvedana fireh a wezîran.

    Famdarî ye ku biryara ji Yemenê re qedexekirina şandina çekan, wek gelek biryarên din bêy piştgirîya Rûsyayê ne pêkan bû. Rûsya di pirsên navneteweyî de bi awayeke çalak beşdarîyê dike. Bi tevî ambargoyên ji ber Qirimê hatinî sepandin jî, Rûsya hevkarîya bi welatên serkêş ên cîhanê re berdewam dike, yên ne tenê bi koma G7`ê ve sînordarkirî. Rûsya yek ji beşdarên çareserkirina bernameya nukleerî ya Îranê ye. Piştgirîya Rûsyayê ya ji bo helwesta hevbeş beşeke giring a pêvajoya guftûgoyan e. Lê, dema berjewendî li hev diqelibin, welatên serkêş ên cîhanê dibine pêşbaz û di hinek rewşan de dijberîya hev jî dikin. Ew yek jî li pêşîya çareserkirina krîz û konflîktan dibe asteng. Ew yek di nimûneya Rojhilata Navîn de bi awayeke zelal tê ditîn, ku bi beşdarîya welatên nû ve krîz her diçe kûrtir dibe.

    Tunebûna lihevkirinê wan welatan ber bi konfrontasyonê ve pal dike û bi wî awayî konflîkt dijwartir û kûrtir dibin. Gelek pirsên li Rojhilata navîn bêy beşdarîya welatên serkêş ên cîhanê nikarin bêne çareserkirin. Gelek problemên li Rojhilata Navîn her weha bi destê wan welatên serkêş ve têne sazkirin. Lê, tiştê ku di sala 1945`an de li Yaltayê ji wan re li hev hat ku dabîn bikin, îro ne ewqas hêsan e. Wê demê nakokîyên di navbera welatên serkêş de kurtir û berfirehtir bûn. Eksperê ``Navenda Lêkolînên Stratejîk Begîn-Sadat``ê Eytan Gîlboa nêrînên xwe yên li ser wê mijarê wisa şîrove dike:

    ``Ew ne tenê hevkarîyê nakin, lê her weha dijberîya hev jî dikin. Ji ber wê yekê, em dibînin ku Rûsya li hember hemûyan li pişt Sûrîyeyê disekine. Li Sûrîyeyê Rûsya û Îran piştgirîya rejîma Beşar Esad dikin. Li Yemenê Îran li dijî Erebistana Siûdîyê tev digere û DYA jî piştgirîyê dide Erebistana Siûdî. Rûsya jî li wê derê piştgirîyê dide Îran û husîyan. Derdikeve holê ku welatên serkêş ên cîhanê ne tenê hevkarîyê nakin, lê her weha dijberîya hev dikin û rewşa li herêmê aloztir dikin.  Li ser tu pirsan nikarin li hev bikin. Em nikarin welatên mezin bi wê yekê ve tawanbar bikin, ku ew dibine sedemê derketina krîzên li Rojhilta Navîn, lê ew wan krîzan bikar tînin û destêwerdanîyê dikin. Ez wisa difikirim, ku welatên mezin dikarîbûn wan krîzan ji holê rakin û yan jî tundutujîyê kêmtir bikin. Lê, tiştê ku em dibînin berovajîya wê yekê ye. Em dibînin ku asta tundutujîyê bilindtir dibe û nearamîya li herêmê zêdetir dibe. Ez wisa difikirim, ku di demên nêz de ew problem nikarin bêne çareserkirin. Lê, eger hêzên mezin hevkarî bikirana, dikaribûn piranîya probleman çareser bikin û aramîya li herêmê heta astekê dabîn bikin``.

    Em dikarin piştgirîyê bidine daxuyanîya wezîrê karên derve yê Almanyayê ku dixwaze Rûsya vegere koma G8`an. Welatên serkêş ên cîhanê niha ne xwedî lûkseke wisa ne, ku xwe ji hewlên hevbeş ên çareserkirina konflîktên bi xeter ên cîhanê dûr bigirin. Helwesta hevbeş a welatên serkêş ên cîhanê niha ji hemû deman pêwisttir e. Nêrîna wezîrê alman dikare tenê bête silavkirin, eger berî civîna G7`ê ya meha Hezîranê ji alîyê welatên beşdar ve jî bête piştgirîkirin.

    Etîketan:
    Frank Walter Ştaynmayer, Ewrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de