06:57 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Avahiyên nû li Pêkînê

    Forûma karsazî ya rûsî-çînî li Pêkînê destpêkir

    © Sputnik/ Vladîmîr Myatkin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 701

    Di bin dirûşma `derfetên mezin jibo karsaziyên biçûk` de roja sêşemê li pêkînê forûma bazirganî ya rûsî-çînî destpêkir.

    Bi sedan nûnerên karsaziya herdû welatan di vê forûmê de beşdarbûne. Tê çavrêkirin ku piştî bidawîbûna forûma 10 rêkeftinên derbarê hevkariyê bên îmzekirin.

    Yek ji belgenamên giring êdî destpêka forûma hat îmzekirin. Ev rêkeftina fona `skolkovo` ya derbarê sazkirna fona bi qasê 200 milyon dolarî bû. Fon wê vebêrdêriya pişekariyên

    ku di warê amadekirna teknolojiya ezmanî û telekomûnîkasyonê de kardikin bike. Fona navborî  wê havîna îsal destbi kar bike. Wek cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Arkadî Dvordoviç

    dibêje, karê vê fonê wê bihêle ku bi hezaran cihên kar û bi dehan pişekariyên nuh bên sazkirin.

    Dvorkoviç bibîranî ku Çîn îro mezintirîn hevbeşê bazirganî yê  Rûsyayê ye. Para Çînê di bazirganiya Rûsya ya  derve de ji sedî 11 ye û her diçe zêde dibe. Li gor texmîna cîgirê

    serokwezîr, dawiya vê salê bazirganiya di navbera herdû welatan de dikare bighêje heta 100 milyar dolarî û di 5 salên bên de wê bi du caran zêde bibe. Ev zêdebûn beriya her

    tiştekî li ser hesabê pêşketina hevkariya di warê enerjî, her weha zêdebûna vebêrdêriya dualî de pêktê.

    Bi heman mijarî:

    Ewrûpa ji ambargoyên antî Rûsya zirarê dibêne
    Etîketan:
    Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de